Newroza Şirnexê wê li Dêrgulê bê li dar xistin

12:46

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê pîrozbahiya Newrozê ya di 17'ê Adarê de dê ji ber dorpêça hêzên dewletê li bajaroka Dêrgulê bê lidarxistin.

Li Şirnexê ku li dijî îradeya gel a xwerêveberiyê ev 6 meh in bi awayeke fiîlê êrîş berdewam dikir û şevê din pêve jî qedexeya derketina kolanan hate îlankirin pîrozbahiya Newrozê ya di 17'ê Adarê de ji ber dorpêça hêzên dewletê dê li bajaroka Dêrgulê bê pîrozkirin.

Li bendê ye ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî pîrozbahiyê bibe. Rêxistinên HDP û DBP'ê bênavber xebatên amadekariyê didomînin.

(rc)