'Jin wê bi rengên xwe li Newrozê bin'

13:29

JINHA

AMED - Jin dê bi silav kirina berxwedana parastina cewherî, parastina jiyanê û bi diruşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" Newrozê pîroz dikin. Jin ji bo tevlî bûna pîrozbahiyên Newroza 21'ê Adarê dest bi amekariyên cilên gelerî kirin.

Newroza îsal a dê 21'ê Adarê bi diruşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" bê pîroz kirin. Dê di Newrozê de berxwedêrên ji bo parastina jiyanê berxwedana parastina cewherî têdikoşin bên silav kirin. Jinan diyar kirin ku dê bi rengên xweyên gelerî xwedî li parastina cewherî derkevin û jiyanê bi parezin. Jin ji bo ku li qada Newrozê bi cilên gelêrî pîroz bikin liba Vahîde Kaya xebatkara Kooperatîfa Jinan a Amedê cilan didin dirutin. Vahîde da zanîn ku îsal xwestêka jinên ciwan a ji cilên gelerî re zedê bûyê û got ku xwiya dike wê îsal jin çandan cilên gelerî Newrozê bidin jiyandin.

'Herî zêde jî daxwaza jinên ji bo cilên kurdî heye'

Vahîde destnîşan kir ku modelên wê amede kirine hene, lê dîsa jî li ser daxwazên jinan cilên gelerî di dirun û li gorî qumaşên ku jin di acibînin modêlan derdixin û wiha berdewam kir: "Bi boneya Newrozê daxwaza dirutina cilên gelerî pir zêdeye. Ez bawer dikim ku wê îsal hemu jin bi rengê cilên gelerî li qada Newrozê bin. Jin ji hemu salan zêdetir daxwaza dirutina cilên gelerî dikin, ev jî li gel hatina Newrozê di heman demê de xwedî derketina li çanda xwe û cilên xwe yên kurdiye jî.

Vahîde bilêv kir ku îsal ji hemu salan bêhtir jin daxwaza dirutina cilên gelerî dikin û got ku jin êdî van cilan wek cilên rojane lixwedikin. Vahîde got ku jinên ciwan çikas cilên modern li xwe bikin jî dîsa jî fistanên xwe bi modela kevin didin dirutin û bang li jinan kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Bila jin îsal bi rengê cilên xwe yên gelerî reng bidin qada Newrozê."

(dt/zt)