Cenazeyê Dîlber bozkurt a li Surê hat qetilkirin teşhîs kirin
14:46
JINHA
XARPÊT - Li Sûrê bi hinceta pevçûnê kesên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin cenazeyê 7'an jê şandibûn Xarpêtê. Ji 7 cenazeyên li Xarpêtê cenazeyê Eşref Polat û Dîlber Bozkûrt ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin.
Li Sûra Amedê bi hinceta pevçûnê kesên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin cenazeyê 7'an jê şandibûn Saziya Tibê ya Adlî ya Xarpêtê. Ji van cenazeyan 2 jê ji aliyê malabtên wan ve hatin teşhîskirin. Cenazeyên teşhîskirî aîdî Eşref Polat û Dîlber Bozkûrt in. Ji ber nimûneya xwînê ya cenazeyan hîn ji Stenbolê nehatiye, cenaze radestî malbatan nekirin.
Malbat bo wergirtina cenazeyan li ber Saziya Tiba Adlî ya Xarpêtê rawestiyane. Li gel vê hewldanên parlementerên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Nûrsel Aydogan ên bo wergirtina cenazeyan jî didomin.
(zt)