Xwendekarên xwestin Helepçe bibîr bînin hatin asten kirin
15:07
JINHA
AMED - Xwendakarên Fakulta Tibê ya D.U yên xwestin qatlîama Helepçe ya 16'ê Adarê bi sînevîznoyanê bibîr bînin rastî astengiya polîsan hatin.
Xwendekarên Fakulta Tibê ya Zanîngiha Dîcle ji bo ku xwestin qatlîama Helepçe protesto bikin ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Xwendekarên li nava qantîna fakultê gihiştin hev û xwestin çalakiya bîranînê lidarbixin polîs li wan bûnkom. Polîsan sîneviyona ku xwendekaran ji bo bîranîna Helepçe amede kiribûn asteng kirin û gafên girtinê li rojnemegeran kirin. Xwendekaran got ku ev 5 salin ew sînevizyona ji bo bîranîna Helepçe pêşkêş dikin û astenkirina sînevîzyonê protresto kirin.
(dt/zt)