Desteya Karûbarên Civakî li kampa Rûbar dibistana jinan vekir

15:17

JINHA

EFRÎN - Desteya Karûbarên Civakî ji bo pêşxistina asta xwendinê li Kampa Rûbar a Koçberan dibistanek vekir.

Li Kampa Rûbar a Efrînê ku piraniya koçberên gundewarên Heleb û Ezazê lê dimînin, ligel êşên giran ên koçberiyê û bandora neyînî li ser derûniya civakê, hewl tê dayîn bi şêwayek cuda şert û mercên jiyanê bên sererast kirin û herwiha jin di warê zanebûnê de pêş bikeve xebat tên meşandin. Bi vê mebestê ji bo pêşxistina asta xwendinê zimanê Erebî dibistanek hate vekirin. Koçberên kampê piranî Ereb in û piraniya jin jî xwendin û nivîsandinê nizanin. Lewma di dibistanê de dê rêgezên bingehîn ên zimanê Erebî ji bo fêrbûna xwendin û nivîsandinê her roja duşem û pêncşemê were dayîn. Di roja yekê de li gundê Bosle girêdayî navçeya Şêrewa ders ji bo jinên Kampê hate dayîn, heya niha jî 25 jin tevlî vê perwerdê bûne ku bi temenê xwe zêdeyî 30 salî ne.

Jinên Kampê bi vê gavê kêfxweşiya xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em spasiya Desteya Karûbarên Civakî dikin ku xwesteka me di vekirina dibistaneke ji bo fêrbûna xwendin û nivîsandinê pêk anî. Ev gav ji bo pêşxisitina asta xwendinê di nava jinan de pir girîng bû, ji bo wê jî em hêvî dikin ku her jinek xwe tevlî vê perwerdê bike û zanista xwe pêş bixe."

Mamoste Zeyneb Hacî jî ji bo fêrbûna jinan ji xwendin û nivîsandinê re nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Ez heya dawiyê amade me ku hemû jinên Kampê fêrî ziman bikim ango zimanê Erebî, hêvî dikim ku her jinek jî sûdeke baş ji van perwerdeyan bibîne. Em ê di demên pêş de jî hewl bidin ku wan fêrî zimanê Kurdî bikin."

(fr/hs/rc)