Peykera Arîn Mîrkan îro Kobanê silav kir
16:45
JINHA
KOBANÊ - Peykerê Arîn Mîrkan ku wek "Peykera Berxwedanê ya Jina Azad' tê navkirin, îro silav da Kobanê.
Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Peykerê Arîn Mîrkan ku wek Peykera Berxwedanê ya Jina Azad bi nav bûye di 10'ê Adarê de gihêştibû Kobanê û îro bi merasîmeke heybet hat vekirin. Merasîm bi beşdariya sedan ji şêniyên Kobanê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser Demokratîk a Kantona Kobanê û şervanên YPG û YPJ’ê pêk hat.
Piştî merasîma leşkerî Peykersazê Berxwedaniyê Zîrak Mîra axivî û destnîşan kir ku ev peyker ji bo berxwedaniya jina kurd li Rojavayê Kurdistanê, diyare. Li ser navê Fermandariya YPJ’ê Rehîma Kobanê axivî û diyar kir ku ev peyker ku ji bo bajarê şehîdan hatiye, bi navê YPG û YPJ’ê li hemû gelê Kobanê pîroz dikin. Rehîma got ku ev peyker ji bo wan wekî giyanekî netewî û azadiyê ye.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî bi bîr xist ku berxwedana Kobanê berxwedana îradeya gelê kurd bû û ji ber vê yekê jî îro peyker ji bajarê Silêmaniyê hatiye Kobanê. Enwer destnîşan kir ku ev yek diyarî şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê û şehîdên başûrê Kurdistanê mîna Cengo, Gîvara û Destîna ku li Kobanê şehîd ketine, dikin. Enwer got ku ev peyker piştrast dike ku giyana netewî ya gelê kurd zindî ye.
Piştî axaftinan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ji Fermadariya YPJ’ê li Kobanê diyarî ji bo Peykersaz Zîrek Mîra û Parêzgerê Silêmaniyê hat dayîn. Piştî diyariyan pankartê peyker ji aliyê Fermandar YPJ’ê li Kobanê Sorxwîn Kobanê û Peykersaz Zîrek Mîra hat vekirin.
Di dawiya merasîmê de Koma Xweser a Dicle ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido lîstikên xwe pêşkêş kir. Bi vê yekê re Qada Berxwedana Jina Kurd ku peyker lê dikeve hat vekirin.
(ze/lç/rc)