'Tenê yekîtiya Kurdan dê pêşî li Helepçeyan bigre'

09:01

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR - Di 28. Salvegera komkujiya Helepçe de li tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd bi çalakiyên xwe roja reş şermezar dikin. Derbarê komkujiya Helepçeyê de Rêvebera Asayîşa Jin Fîdan Ehmed nêrînên xwe anîn ziman û got, "Ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, pêwîstî bi yekgirtina netewî heye."

Bi boneya rasthatina salvegera Komkujiya Helepçeyê ku di sala 1988’an de ji aliyê Rejîma Saddam Huseyîn ve pêk hat de Rêvebera Asayîşa Jin Fîdan Ehmed nêrînê xwe anî ziman. Fîdan destnîşan kir ku 16'ê Adarê rojek reşe di dîroka gelê Kurd de û wiha got, "Di dîrokê de gelek êrîş li ser gelê Kurd pêk hatine, Komkujiya Helepçe jî yek ji van komkujiyên ku qet ji bîra gel naçe û wek rojeke reş hatiye nasîn e. Rêjîma Baas a Iraqê aloziyên wê demê yên siyasî ji bo xwe wek firsend dît û di encamê de gelek sivîl bi çekên kîmyawî qetilkir."

Fîdan destnîşan kir ku bi yekîtiyek netewî gelê Kurd dikare li pêşiyê komkujiyên hovane bigrin û wiha domkir, "Heya ku Kurd nebin yek wê herdem êrîşên bi vî rengî li ser me pêk bên. Ji bo giritna rê li ber êrîşên bi vî rengî divê gelê Kurd bi rêhê niştîmanî bibe yekhêz û têkoşînê ji bo azadiya Kurdistanê bimeşîne. Tenê yekgirtina Kurdan dê bikaribe pêşiya Helepçeyan bigire"

Fîdan îşare bi komkujiyên îro li Şêx Meqsûd, Cizîrê û tevahiya Kurdistanê pêk tên kir û bang li gelê Kurd kir ku li dijî komkujiyan têkoşîna rûmet û jiyana azad bilind bikin. Fîdan her wiha ji Saziyên Mafên Mirovan jî xwest ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û ji bo mafê gelê bindest bikevin nava hewldanê.

(hs/rc)