'Girtî bi îskencê sirgun kirin'
09:06
JINHA
AMED - Malbatên girtiyên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê yên ku despêkê sirguhî Osmanya û paşê jî sirgunî Îzmîr û Bandirmayê kirin gotin: "Bi gotina derkevin dozgeriyê îfade bidin sirgun kirine."
Piştî ku ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 6 girtiyan firar kirin, girtiyên dinê hemû sirgurnî girtîgehên Tirkiyê kirin. Malbatên girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Osmanyayê kirîn dan zanîn ku dema çun hevdîtinê dîtin li ser wan şopên îskencê dixwiyên û wiha gotin: "Bi gotina hunê biçin dozgeriyê îfade bidin sirgun kirine. Dema em çun hevdîtinê me dît ser wan şopên îskencê hebûn. Di laşên wan de deverên şikestî hebûn. 4 rojan ne av ne jî xwarin nedanê. Em van kirinên dewletê na pejirînin.
'4 rojan ser hev îskence li wan kirine'
Di nava malbatên girtiyan de Halise Dorudemir a ku kurê wê Mahfuz û neviyê wê Omer Dorudemir sirgunî Osmaniye kirî di derbarê sirgunkirina zarokên xwe de wiha axivî; "Tenê bi sirgunê jî nema ser wan lêgera tazî kirin û îskence li wan kirin. Bi gotina 'emê we bibin dozgeriyê îfadeya we heye' ew sirgun kirin, girtin û birin Osmanyayê. Wan xwestin lêgera tazî bikin, zarokên me jî li ber xwe dan, ser wê zarokên me îskence kirin. Kincên ser wan hemû qetandibûn, hestiyên pişt û milê wan şikandibûn. Hemû bedena wan reş û şîn biribûn. 4 rojan bê navber li wan îskence kiribûn. 4 rojan ne xwarin ne jî av nedabûn wan. Em van kirinên dewletê na pejirînin. Gelo maf, dad hiquq li kuye? Bila her kes li hemberî van kirinan rabin ser xwe, sucê mirovahiyê tê kirin. Ji bo zarokên me demek ji ya dinê zutir çî pêwîste bila bikin."
Xwişka Eyup Sari yê ku sirgun kirî Fatma Alp jî bilêv kir ku her roj li birayê wê îskence kirine xwarin û vexwarin nedane wan û wiha domand: "Ji wan re gotinên terorist gotine û li wan xistine. Ewqas li birayê min xistine du didanên wiyên pêşiyê şikandine. Birayê min got; 'Bi zanabûn em derxistin hevdîtinê ji bo ku îskenceya li me kirî hun bibînin.' Dema ku ji Amedê sirgunî Osmanya kirî ji bo wan gotine; 'emê we derxînin dozgeriyê îfade ya we heye.' Hevalên birayê min xwe li ser wî xistine û gotine; "Em Eyup nadin we. Hun canê me jî bistînin em Eyup teslîmî we nakin.' Niha pêvajo ji salên 90'an jî xiratir bûye. Perasuyê kalê 60 salî şikandine. Dema ku min wan di wî halî de dît heya niha ez nikarim xwarinê bixwim, xew bi çavê min nakeve."
Hevjîna girtiyê bi navê Zulfikar Bayram Ayşe Bayram jî anî ziman ku heya li ser girtiyan kinc jî nehêlabûn û wiha berdewam kir: "Derengiya şevê ji Amedê sirgunî Osmanya kirin. Nehêlan tiştekê bikin. Îskenceya niha li girtiyan dikin di salên 90'an de jî nekirine."
(zt)