Li Pasurê ser zaroka astengdara hişî îstismara zayendiya komî! - TAYBET
09:32
Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Li nava Pasurê F. B ya 14 salî ya astengdara hişiye derket holê ku bûye mexdurê îstismara zayendî. Girêdayî bûyerê berî salekê lêpirsîn despêkiriye. Hat îdiakirin ku di îstismarê de bi qasî 170 kesan hene. Lê ji doza îstismarê niha tenê 2 kes girtîne.
Li nava naçeya Pasura Amedê F. B ya 14 salî ya astengdara hişiye derket holê ku bûye mexdurê îstismara zayendî. Li gorî çavkaniyên herêmî ku di îstismarê de bi qasî 170 mêran cîhgirtine. Di doza ku berî salekê despêkirî de jî 'biriyara veşartinê' hatiye dayîn. Li gorî agahiyên ku me ji parêzerê dozê yê ji aliyê CMK'ê ve hatî dabûnkirin berî 15 rojan ji bersucan tenê B. B û S. E 2 kes hatine girtin. Parêzer da zanîn ku ew ketiye nava karê îfade dayîna 9 kesan, lê niha jiber 'biriyara veşartinê' ew nikarin qasî tê xwestin agahiyan bigirin.
Piştî lêpirsînê F.B. jî girtine Komeleya Xizmetên Civakiya Zarok Girtinê (SHÇEK) ê. Ne ji ber F. B astengdare, ji ber ku lêpirsînê despêkiriye, ew girtine SHÇEK'ê. Cardin li gorî çavkaniyên herêmî her dem F. B ji aliyê birayê xwe yê mezin ve rastî şidetê hatiye. Hat zanîn ku F. B li gel 4 xwişk û birayên xwe nexwşên hişin, dayîka wan jî nîv astengdara hişe û bavê wê jî 3 sal berê nexweşê razayî jiyana xwe jidest da.
Di derbarê dosya F.B. de agahî nayên girtin
Parêzerê dozê diyar kir ku ji ber biriyara veşartî ew nikarin xwe bigihînin agahiyan. Parêzer bilêv kir ku doz berî salekê vebûye lê ji ber biriyara veşartinê tiştek jê nayê zanîn. Parêzer anî ziman ku di derbarê F. B de jî agahiyan nagirin nizanin ka li SHÇEK'ê alîkariya derunî didinê yan na, rewşa wê çiye agahî ji wê jî nagirin.
(zt)