Jinên Amedê: Hatina Newrozê xwedî li berxwedanê derketine

10:24

JINHA

AMED - Jinên ciwan banga tevlîbûnê Newroza Amedê ya ku di 21'ê mehê de pêk were kirin. Jinan bal kişandin ser berxwedana ku li hember komkujiyê bilind dibe û wiha gotin, "Hatina Newrozê xwedî li berxwedanê derketine, divê her kes tevlî bibe."

Amedekariya Newroza ku bi dirûşmeya "Bi berxwedanê em ê bi serbikevin" dewam dike. Jinên ciwan ên ku amedekariya tevlîbûna Newroza Amedê dikin gotin, "Em bang li pêşengên berxwedanê jin û ciwanên ku rûhê berxwedanê bilind dikin ku em bi hevre agirê Newroza dîrokî geşbikin dikin." Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Berfîn Aktaş diyar kir ku Newroza 2016'an Newroza berxwedanê ye û wiha got, "Bi geşkirina agirê Newrozê re em ê bersivê bidin komkujiya ku hember jin û gelê Kurd tê pêk anîn. Yekbûn û xwedî derketina me dê bibe bersiv. Ji ber vê em bang li pêşengên berxwedanê jin û ciwanên ku rûhê berxwedanê bilind dikin ku em bi hevre agirê Newroza dîrokî geşbikin dikin."

'Divê di Newrozê de xeta berxwedanî bê esas girtin'

Sevîm Kaya jî da zanîn ku divê xwedî li Newroza îsal bê derketin û wiha got, "Di tevahî salê de dewlet li hember jin ciwan tundiyek mezin pêk anî. Ligel vê yekê hember gelê Kurd polîtîkayê komkujî a hovane bê navber pêk anîn. Tu bingehek demkoratîk ne hêşt û her kesê ku dengê xwe derxist hat înfaz kirin ango hat girtin. Lê ev nayê vê wateyê ku gelê Kurd têk bir. Li hember wî vînek ku wî napejrîne heye. Di Newrozê de divê xeta berxwedanî bê esas girtin. Newroz ne tenê cejne di heman demê de rûhê berxwedanê ye û divê em bi vê rûhê dakevin qada Newrozê."

'Divê her kes di 21'ê Adarê de li qadê be'

Rojîn Yilmaz bilêvkir ku Newroza 2016'e xwedî wateyek dîrokî ye û wiha domkir, "Zivistana îsal gelek giran derbasbû. Newroz ne tenê şahiye ji bo gelê Kurd wateyê berxwedanê ye. Xwedî wateyek dîrokiye. Di gelek komkujiyan re em derbasbûn, lê em hîna ser piyane. Ji ber vê tevlîbûna gelê Kurd tê wateye xwedî li berxwedanê derketine. Divê her kes 21'ê Adarê de li qadê Newrozê be."

'Bi tevlîbûna xwe em nîşan bikin ku em alîgirê berxwedanê ne'

Ji jinên Amedê Seyran Ece diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan roja serxwebûnê ye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em bang li tevahî Kurd û cîhanê dikin, em dixwazin Newrozê bi coşek mezin pêşwazî bikin. Divê jinên Amedê bi cilên xwe yê gelêrî tevlî Newrozê bibin. Wek jin em ji her tişt re amede ne. Em di vê Newrozê de nîşan bikin ku gelê Kurd hene û ligel ciwanên xwe li berxwedidine."

'Ji bo jinên bedenê wan hatî teşîr kirin derên qadan'

Dilnaz Ekmekçî jî anî ziman ku divê pêşengiya berxwedan û tevlîbûna Newrozê jin bikin û wiha berdewam kir, "Li Kurdistanê şerek qirêj pêk tê. Divê jin bi coşek mezin pêşengiya Newrozê bikin û li qadan bin. Em ji bedena xwe şerm nakin. Em ê li hember vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin û serê xwe hildin. Li hember êrîşê ser Cizîr, Şirnex, Sur û herî dawî li Rezanê divê tevahî gelê Kurd Newrozê bi coşek mezin pêşwazî bike. Ji bo jinên bedenê wan hatî teşîr kirin derên qadan."

(rc)