Emê bi kelecana 92'an biherikin qada Newrozê

10:27

JINHA

ŞIRNEX - Emine Olmez a ku ji Newroza 1992'an a Cizîrê şahidî kirî got: "Hikumet çî bike bila bike heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin. Emê pîrozbahiyên Newrozê jî berdewam bikin. Emê bi kelecana sala 1992'an dakevin qada Newrozê."

Di 21'ê Adara sala 1992'an de li Cizîrê dema ku polîsan û tîmên taybet mudaxeleyî pîrozbahiyê kir, paşê şer derket, heya 23 yê Adarê şer berdewam kir. Li gorî jimarên fermî di gulebaranê de 57 kes qetilkirin. Cizîra Botanê ya ku bi berxwedana xwe di dîrokê de cîh girtî îsal jî amadekariyê Newrozê dike. Emine Olmez a ku di Newroza 1992'an de di refên pêş de cîh girtî wan rojan vedibêje.

'Di Newrozê de despêkê em gulebaran kirin'

Emine da zanîn ku di salên 90'an de bi zordariya dewletê ji gundê xwe Hevler ê li ber pesarên Çiyayê Cudi koçkirin û wiha domand: "Em neçar man ji gund derkevin û bên Cizîrê. Hemû tiştên me li gund ma. Çî li wan tiştên me hatin em nizanin. Newroza 1992'an hat, despêkê banga bila her kes li qada Newrozê be hat kirin. Ez jî li wê qadê bûm. Bi rojan em bi kelecan li benda hatina roja Newrozê bûn. Keyîfa me li cîh bû. Di Newrozê de me cilên xwe yên herêmî li xwe kiribû, rengên me yên kesk, sor û zer jî hebûn. Em bi tilîliyan ketin qadê. Yên li hemberî me ji tilîliyên me tirsiyan. Di despêka Newrozê de em gulebaran kirin. Bi dehan mirov qetilkirin."

'Qad vegeriya gola xwînê'

Emine destnîşan kir ku di salên 90'an de Newroz qedexe kirin, dema ku wan pîrozbahî dikirin rastî mudaxeleyê dihatin û wiha berdewam kir: "Li qadan mudaxeleyî me kirin. Mirovên me qetilkirin. Zarok, kal û pîrên me dibin lingên xwe de perçiqandin. Dema ku welatî ji ber leşker û polîsan direviyan solên wan di nava heriyê de diman. Qada Newrozê vegeriya gola xwînê."

'Li gel hemû astengiyan jî di her Newrozê de me agirê xwe vêxist'

Emine bilêv kir ku piştî Newroza 1992'an a bi xwîn bi salan Newroz pîroz nekiriye û wiha dom kir: "Ji bo yên nêzî pergalê û cerdevanan Newroz serbest bû. Bi salan me Newroz bi êşên dayîn me re pîrozdikir. Lê cardin jî her Newrozê me agirê xwe vêdixist. Gelek salan me agirê Newrozê di baxçê mala xwe de vêxist. Li gel hemû polîtîkayên helandin, tinekirin, îmha û bişaftinê me li ber xwe da, bi saya rêxistina xwe û Rêberê xwe em gihan van rojan."

Emine da zanîn ku wan paşê cardin Cizîr avakirine û wiha pêde çu: "Em ketin kolanan û me Newroz pîroz kir. Tindiya dewletê berdewam kir, li hemberî wê berxwedana me jî berdewam kir. Bi salan me cejna Newrozê bi kelecanek mezin pîroz dikir. Her demê me şidet dît. Lê emê pîrozbahiya Newrozê berdewam bikin."

'Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin'

Emine anî ziman ku di qedexeya derketina kolanan de li Cizîrê komkujî kirin û wiha axivî: "Niha malên me şewitandine. Piştî saet 19.00'an qedexe heye. Bi roj qedexeyê radikin, lê cardin li serê her kolanê polîs hene û kolanên me îşkal kirine. Piştî qedexeyê despêkir jî em mehekê li vêderê man. Me gelek zorî dît. Dema em vegeriyan me dît mala me xirakirine. Dewlet ji me çî dixwaze, çî heqê wan heye vê bi serê me tîne? Hikumet çî dike bila bike heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin. Emê pîrozbahiyên Newrozê jî berdewam bikin. Weke 1992'an emê li qada Newrozê bin."

(zt)