Jinên Îzmîrê: Li hember komkujiyan dakevin qadan û hesab bipirsin

11:04

Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê teqîna ku li Enqerê pêk hatî nirxandin û bertek nîşanî dewlet û hikûmetê dan. Jinan bang li tevahî gelê Tirkiyê kirin û wiha gotin, "Li hember komkujiyan bê deng nemînin derkevin qadan û hesab bipirsin."

Jinên Îzmîrê di derbarê têqîna 3'mîn a Enqerê de gotin ku ewê li hember polîtîqayê dewletê bêdeng nemîn in. Ji jinan Elvan Gul da zanîn ku ewê ji bo hesabpirsînê dakevin qadan û wiha domand: "Em ê bêdeng nemînin, em ê li qada bin. Em zanin kê kiriye ma ne diyare. Em li malê na runin ji bo hesab bi pirsin em ê li qadan bin. Gava em li malê runin wê dewlet xwe mafdar bizane û dewlet xwazê gel bêdeng bike. Dewlet difikire ku gava em bitirsin em ê bi kevin xanîyan, lê fikra wan ne raste tiştek wiha nîne, em ê hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin. Li mitînga Enqerê 10'ê Cotmihê armanca teqîna bombe çewisandina gel û tirsandinbû. Li hember van qatlîaman bila tukes bêdeng nemîne û derkevin hesab bi pirsin."

'Tiştên tên jiyandin polîtîqayên şerin'

Rukiye Çakir jî got ku li kolana gumanan dixin nava gel û bertekên xwe wiha anî ziman: "Mixabin êdî gava meriv ji malê derkeve ne diyare ka dê carek din vegere malê yan na, em di derdorêk ne diyar dijîn. Di dilê Enqerê de 3 car bombe tên teqandin. Bi dehan mirov mirin û gelek mirov seqet man. Ev ne li Enqerê bi sînor man. Li Pirsusê destpêkir heya li Stenbolê berdewam kir û ev 3 car li Enqerê bombe di teqê. Ev dawiya polîtîqayê şer ê derve û hundir. Ji hertişt bêhtir divê dest ji van polîtîqayên şer biqarin. Êdî mirov qadên bi ewlehî û xwe karibê rahat îfade bike di dixwazin ji hertişt bêhtir jiyanê bi mafdarî xeyal dikin. Hêvi dikim ku êdî ev bûyerên bi êş bi dawî bibin. Ji vir pêde bila ne mirin, em werin cem hev bi jiyandinê li hev kom bibin. Bila li hev kom bûna me jiyandina jiyanê be.

'Li hemu derî êşên mezin hene'

Guzîde Tekbudak a li Îzmîrê dijî got ku bila êdî bes dayîk bigrîn û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Êdî ez xwe di ewlehiyê de his nakim û ez pêşî zarokan difikirim. Gava giriyê dayîkan dibînim dilê min di şewite û li hemu deveran êşên giran hene. Em nizanin wê kengê çi bi serê me bê. Êdî bila kes bêdeng nemîne û li qadabin. Bila ji bîr nekin dibe ku rojek ev êş li ber deriyê hemu kesî be ji loma bila hemu kes bivê tevbigere û derkevin qadan."

(dt/zt)