Kajîn mîrateya têkoşînê ji malbatê re hêşt

11:37

Filîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Kajîn Agirî di salê borî de li Şengalê di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi boneya rasthatina salvegera wê dayîk û xweşka wê diyar kirin ku ew mîrateya Kajîn ya têkoşînê didomînin.

Şervana YPJ'ê Midyo Cimo (Kajîn Agirî) a ku di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê jiyana xwe ji dest dayî, dayîka wê Hazal Cimo (45) qala jiyana wê kir. Hazal diyar kir ku piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yê li ser Kobanê ew koçî Edenê kirine û behsa jiyana Mîdyo kir. Hazal got, "Kajîn ji 7 saliyê xwe ve her dem digot 'ez ê tevlî gerîlla bibim û li hember xirabiyê têbikoşim'. Kajîn nexweş bû lê cardin dixwast xeyalê xwe pêk bîne. Ji dilê xwe ve nexweşbû, 4 sal her me wê li nexweşxanê digerand. Piştî kedek mezin rewşa wê başbû. Rojek Kajîn ji min re got 'dayê êdî ez mezinbûm, dema hatina min hatî, gelê min êşên mezin dikêşe, ez nikarim wiha bisekinim' got û çû. Gelek bi wêrekbû, ji tiştek ne ditirsî."

'Pêşî de min kurê xwe wenda kir'

Hazal diyar kir ku piştî Kajîn tevlî refê PKK'ê bû hat Rojava û wiha pêde çû, "Piştî demek dirêj hat Rojava min ziyaret kir. Min jêre xwarin amedekir cilên wê şûştin, gelek kêfxweş bibûm. Hîna ji bêhna wê têr nebibûm, bêy ku cilê wê zuha bibe berhevkir û derket çû. Dûvre hînbûm ku ew ê li Rojava xebatê siyasî pêk bîne. Di navberande dihat û xweşk û birayên xwe dibir tevlî perwerdeyên siyasî dikir. Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê her hinek ji me bi cihek ve çû. Ew jî çûbû Şengalê lê hayê min jê nînbû. Di vê navberê de kurê min di encama mayîna ku DAIŞ'ê çandibû de teqî û jiyana xwe ji dest da."

'Dûvre Kajîn...'

Hazal destnîşan kir ku piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hember Kobanê ew koçî Bakûrê Kurdistanê kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di şert û mercên zehmet de me jiyan kir. Kurê min nû jiyana xwe ji dest dabû, agahiyê şahedeta Kajîn rewiş girantir kir. Min du can dan. Ji me çi dixwazin, çima ewqas êş bi me didin kêşan. Di bin navê Mûslimantiyê de mirovan qetil dikin. Me gelek êş kêşa lê me Kobanê ji wan re ne hêla. Me şeref, namûs û rûmeta xwe radestî wan nekir. Serê me bilinde."

'Ez bi xwişka xwe ser bilindim'

Xwişka Kajîn Rolya (18) diyar kir ku ew gelek girêdayî xwişka xwe ye û wiha got, "Kajîn gelek bi cesaret bû. Ji me pir hezdikir û girîngî dida me. Serê yek ji me êşaba wê rojê tev xwarin nedixwar. Xwedî li me derdiket û diparast. Ji min gelek hezdikir û dibir nava xebatê rêxistinê. Roja dawî dema ku çû ji min re got 'eger ez rojek şehîd bikevim, li şûna min têbikoşe'. Em ji wê hînê têkoşîn û berxwedanê bûn. Serê me ji ber têkoşîna wê bilinde. Xwedî vînek bi hêzbû ji wê gelek hezdikim."

(rc)