Xwendekarên jin D.U mamostayê tacîzcî teşhîr kirin
11:50
JINHA
AMED - Xwendekarên jinê yên D.U yê li hemberî mamostayê tacîzcî hatin bahev û ew teşhîr kirin. Zanîngehê waneyên Sedat karataş îptal kir.
Xwendekarên jinên Zanîngeha Dîcle (D.U.) yê mamostayê xwe yê tacîzcî ku berê di derbarê wî de serlêdana suc kiribûn teşhîr kirin. Dema ku ew mamostayê mijara gotinê kete hindirê pola ku lê wane dide dît ser texte nivîsa 'Tacizci Sedat ji zanîngeha me derkeve!!!' nivîsîne. Bi vî awayî derket holê ku Sedat Karataş li Beşa Elmaniya Fakulteya Perwerdê wane dide.
Li gorî agahiyên hatin destgirtin piştî bûyerê rêveberiya zanîngehê waneyên Sedat Karataş îptal kir. Lê xwendekarên jinên zanîngehê diyar kirin ku ew vê bes nabînin û dixwazin bi giştî wî ji zanîngehê bavêjin. Xwendekarên jin dan zanîn ku piştî Sedat Karataş teşhîr bûye ew tehdîd kirine, lê ewê ji ti tehdîdan netirsin û dengê xwe bilind bikin.
(zt)