Çîrokê jinên hember şîdetê berxwedidin bû pirtûk

12:07

JINHA

STENBOL - ÎFK'ê serpêhatiyê jinên ku li hember şîdetê parastina xwe yê cewherî pêk tînin û berxwe didin bi pirtûka bi navê "Kirbîginiz yere duşmesîn" (Bila mijangê we nekeve erdê) derxist.

Kolektîfê Femînîstên Stenbol (ÎFK) ji sala 2015'an û pêve çîrokê jiyana jinên ku hember şîdetê parastina cewherî pêk anîne û berxwedane her mehê raporek amede kiribû. ÎFK'ê niha jî çîrokê jinan yê ku berhevkirî bi navê "Kirpîginiz yere duşmesin" kir pirtûk. ÎFK'ê derbarê pirtûkê de wiha daxuyanî dabû, "Çîrokên me guhdarkirî, bihîstî û parvekirî cesaret da me. Dengê me bilind bû. Raporên ku me amede kirine nêrînek polîtîk da avakirin û li ser vê mijarê me gotûbêj dan meşandin û qada têkoşîna me berfirehtir bû. Ev yek berdewam jî dike. Derbarê raporande nivîs hatin nivîsandin, derbarê mijaran de çalakî pêk hatin. Derbarê jinên ku neçar mane hevjînê xwe qetil bikin de nivîs, nûçe û gotûbêj hatin kirin. Ev yek ji bo gotina jin û helwesta wan bide nîşandan hatin kirin. Ji ber vê me raporên salekê û xebatên xwe di vê çerçoveyê de kir pirtûk. Pirtûka ku ji Weşana Guldunya derketiye heyecanê dide me tevahiyan."

Civîna danasîna pirtûkê di 19'ê Adarê de saet 18.00'an de wê li Mekana Femînîst bê lidar xistin.

(rc)