Li Colemêrgê komkujiya Helepçê hat şermezar kirin
15:03
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê komkujiya Helepçe hat şermezar kirin.
Li Colemêrgê Çand û Hûnera Feqiyê Teyran ji bo biranina Helepçê listik amade kir. Lîstika ku têde 10 listikvanan cih girtin, li Çand û Hunera Feqiyê Teyran hat lîstin. Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz endam û rêveberên DBP û HDP'ê jî di navê de gelek welatî tevlî bîranînêbûn. Bername bi Sînevizyona Helepçeyê dest pê kir. Piştî sînevizyonê ji bo bîranîna Helepçe listik hat lidarxistin. Li ser navê Çand û Hûnera Feqiyê Teyran lîstikvan Ozan Ege axivi û diyar kir ku tu car komkujiya Helepçe nayê jibir kirin û wiha got: "Belê wekî ku hun ji dizanin îro biranina Helepçeye, Cizîr ji minakek ji Helepçe ye, lê ew çiqas komkujiyan bikin êrişan bikin emê ewqas bi hêrs bibin. Emê bi berxwedanê Kurdistanê rizgar bikin. Em tu car komkujiya Helepçe jibîr nakin, şehid namirin."
Pişti axiftina Ozan bername dawî bû.
HDP û DBP'ê jî li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyakê Komkujiya Helepçe şermezar kirin.
(zyd/zt)