Ji hunermendên MKM'ê banga ji bo Cizîrê
15:15
JINHA
EDENE - Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Edeneyê ji bo Newroza Cizîrê ya dê di 22'yê adarê de bê pîrozkirin banga beşdariyê kirin.
Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Edeneyê ji bo Newroza Cizîrê ya dê di 22'ê Adarê de bê pîrozkirin, ji bo banga beşdarbûyînê li avahiya saziya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistin. Ji hunermendên NÇM Jiyan Savci diyar kir ku di komkujiyên li Kurdistanê bi sedan mirov hatin qetilkirin û wiha got, "Tenê mebesta wan qirkirina gelê ku xwerêveberiya awarte îlan kirine." Her wiha Savci komkujiyên li Cizîrê bi bîr xist û wiha got, "Ji bo em stranên şoreşê tevî gelê xwe li navenda şoreşê bistrên, em dê di 22'yê adarê de li Cizîrê bin. Em bang li gelê xwe yî li Tirkiyeyê û Kurdistanê û bangî kesên ji xwe re dibên em hunermend dikin da di 22'ê adarê de li Cizîrê bin. Ji bo em ruhê berxwedêran silav bikin, dê agirê Newroza herî bi hişmet li Cizîrê geç bibe."
(zt)