Li Êlihê pêşangeha ‘Helepçe, Cizîr û Sûr’
15:16
JINHA
ÊLIH – Bi pêşengiya DBP, HDP û saziyên civaka sivîl ên Êlihê ji bo bîranîna Helepçeyê bernameyek bîranînê hate li darxistin. Di bîranînê de parlementerê HDP Mehmet Alî Aslan diyar kir ku îro li bajarên Bakûrê Kurdîstanê Helepçeyên nû tên jiyankirin û got ku tu cûdahiya Cizîr û Sûrê ji Helepçeyê nemaye.
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Êlihê û saziyên civaka sivîl ên Êlihê bi boneya bîranîna Helepçe bernameyek bîranînê bi daxuyaniya çapemeniyê, pêşandana pêşengeh û sînevziyonê li darxistin. Bîranîn bi daxuyaniya çapemeniyê destpêkir û ev çalakî li ber Sînemeya Yilmaz Guney hate li darxistin. Di bîranînê de parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, rêveberên DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Helepçeyan ji bîr nakin” li ber derê Sînemeya Yilmaz Guney hate daliqandin.
Di bîranînê de ewil parlementerê HDP’ê Mehmet Alî Aslan axivî û destnîşan kir ku wahşeta li Helepçeyê hate jiyandin îro li Cizîr û Sûrê tê jiyandin û wiha got: “Li bajarên Kurdîstanê em bi dîmenên Helepçeyek nû re rû bi rû ne. Ev dîmen Helepçeyê li paş xwe dihêle. Ji Helepçeyê û vir ve gelên Kurdîstanê bi dehan qetliyam û Helepçeyan jiyan kir. Em hêj Helepçeyan dijîn. Çawa ku xwedê birîna Helepçeyê li cem wan nehişt, em bi bawerin ku dê xwedê hesabê van komkujiyan li cem wan kesên dikin nehêle. Dê cezayê qetilkirina mirovan bikişînin.”
‘Helepçe dîrok û berxwedan e’
Hevseroka HDP’a Êlihê Rojda Surucu jî daxuyanî xwend û di serî de Helepçe û bi dehan komkujiyên li ser gelê kurd hatine meşandin û tên meşandin bibîr xist û wiha got: “Helepçe hafizaye, dîrok e, berxwedan e, qîrîn e û hezkirina azadiyê ye. Yên ku dûh Helepçe kirin îro jî li Sûr û Cizîrê li ser kar in. Em komkujiya Helepçe û yên Bakûrê Kurdîstanê şermezar dikin.”
Piştî axaftinan welatiyan û rêveberan serdana pêşengeha bi navê “Helepçe, Cizîr û Sûr” kirin û pişt re jî li Salona Sînameya Yilmaz Guney sînevziyona ji bo bîranîna Helepçe hatî amadekirin temaşekirin.
(bg/zt)