'Emê li hember şidetê parastina jinan berdewam bikin'

15:26

JINHA

AMED - Rêxistinên jinên Amedê êrîşa nîjadperest a ku li Yalovayê li hemeberî xwendekareke kurd pêk hat şermezar kirin.

Rêxistinên jinan ên Amedê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) êrîşa Nîjadperest a li dijî xwendekara zanîngehê ya kurd R.E. şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li Navenda Jinê ya Ekîn Cerenê hate kirin de civaknas Ayşe Çaçan axivî û diyar kir ku jin li hemû qadên jiyanê rastî êrîş û şîdetê tên, ji ber ku ceza nayê dayîn jî ev êrîş berdewam dikin. Ayşe destnîşan kir ku li gelek bajarên Kurdistanê jin tên qetilkirin û bedenên wan tên teşhîrkirin, herî dawî li Êlihê qetilkirina 2 jinan jî encama mekanîzmaya şîdetê ye.

(zt)