Komeleya Êzidî: Pergala Federasyon dê demokrasiyê bîne

16:40

JINHA

EFRÎN - Komeleya Êzidiyên Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo sîstema Federasyona Sûriyê eşkere kir.

Komeleya Êzidiyên Kantona Efrînê li pêşiya Navenda Ragihandina Çira tv. bi dexuyaniyek piştgiriya xwe ji bo sîstema Ferderasyona Sûriyê ku di rojevê de ye, anîn ziman û destnîşan kirin ku ew vê pergalê wek yekane çareseriyê ji bo qeyrana Sûriyê dibînin û hemû pêkhate dê maf û rêveberiya xwe bêyî înkar û desthilatdariyê bidest bixin. Daxuyaî ji aliyê Hevseroka Komeleya Êzidiyan Gulê Cefer ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Piştî hilweşîna Konfederasyona Medya gelê Kurd bi belavbûnê re rûbirû hatiye û piştre Kurdistan dabeşê çend perçeyan bû. Her parçeyek jî kete bin dagirkeriya hezekê. Mafê gelê Kurd hate binpêkirin. Li beramberî vê gelê Kurd hertim li ber xwe da, serî netewan û têkoşîn kir."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd ji ber nasnameyê xwe ya netewî her dem rastî polîtîkayê çewsandin û komkujiyê hatiye û wiha hat gotin, "Lê Êzidî jî, ji ber nasnameya xwe ya olî jî rastî çewisandinên hîna dijwar hat. Ligel her cure êrîş gelê Êzidî têkoşîna parastina ol, çand û hebûna xwe heya roja îro daye."

Di daxuyaniyê de qala Bizava Azadiya Gelê Kurd ya li herêmê hat kirin û wiha hat gotin, "Êdî gelê Kurd li her derê dikare rûmeta xwe bijî, ev derketin, bi taybet Rêbertiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd bû ronahî. Bi şoreşên li herêmê re gelê Kurd jî bi pêşengtiya tevgera azadiyê bû xwedî têkoşîneke mezin û ji ber xwedî projeya herî rast e, şoreş gihandiye destketiyên herî mezin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji tevahiya pêkhateyên herêmê pêk tê, di warê demokrasiyê de bû tecrûbeyeke mezin. Li ser vê bingehê êdî gelê Kurd ne tenê li Rojava û herêmên Kurd lê dijîn, ji bo tevahiya Sûriyê projeya Sûriyeya Federal pêşkêş dike. Ev model ji hêla Rêber Apo ve hatibû pêşniyarkirin. Em wek Êzidiyên li Kantona Efrînê piştgiriya xwe ji bo modela Sûriyeya Federal a ku hemû gel û beşên civakê bigire nava xwe, didin diyarkirin."

(fr/jh/rc)