Dayîkên Aştiyê: Netirsin derkevin qadan
16:43
JINHA
STENBOL - Dayikên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû ve têbariya Mutebakata Dolmabahçeyê, çalakiyên xwe yî li Qesra Dolmabahçeyê didomînin, di çalakiyê de dayik bo beşdarbûyîna Newrozê bang li her kesî kirin. Dayikan di banga xwe de wiha gotin, "Li qadan bin. Netirsin! Nehêlin ku ew me bitirsînin. Kesên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê netirsiyan. Heta dawiyê bi rûmetiyî li ber xwe dan."
Endamên Meclîsa Stenbolê ya Dayikên Aştiyê, di baregeha çalakiyên ku ji bo daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû ve têbariya Mutabakata Dolmabahçeyê dabûn destpêkirin, di hefteya 19'mîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê dubare hatin gel hev. Di çalakiya ku pankartên "Dê dayik destûrê nedin şer" û "Em dixwazin ji nû ve maseya Dolmabahçeyê bê avakirin" de hatin daliqandin, dovîzên "Jin şer naxwazin" û "Girêdayî mutabakata Dolmabahçeyê bin" hatin hilgirtin.
Polîsên ji bo dovîzên "Ji bo Ocalan Azadî" û "Em dê li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin" astengî derxistin, rastî bertekên dayikan hatin. Di çalakiyê de dayik bang li her kesî kirin da werin qada Newrozê. Ji Dayikên Aştiyê Zeytûn Ozdemîr got, "Em hêvîdarên dê Newroza me baş derbas bibe. Îsal her çiqas êşên me zêde bin jî divê em bi sed hezaran li qadan bin. Ez newroza gelê kurd pîroz dikim û bang li her kesî dikim da xwedî li cejna xwe derkevin." Ji dayikan Emîne Erbek jî got, "Banga min jî bo gelê kurd ev e, li qadan bin. Netirsin! Nehêlin me bitirsînin. Kêliya em bitirsin, em Cizîr, Sûr û Nisêbînê bînin ber çavên xwe. Ew netirsiyan, heta dawî bi rûmetiyî li ber xwe dan."
(zt)