Qetilkirina jina Êzidî Şîlan Hesen li Efrînê bi daxuyanî hat şermezar kirin
17:14
JINHA
EFRÎN - Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê û Komeleya Êzîdiyan li Efrînê bi daxuyanî qetilkirina jina Êzidî Şîlan Hesen a li bajarê Hannover yê Almanyayê şermezar kirin.
Li bajarê Hannover yê Almanyayê di 13'ê Adarê de jina Êzidî Şîlan Hesen di dawetek de hat qetilkirin. Derbarê bûyerê qetilkirinê de Rêxistina Sara û Komeleya Êzidî ên Kantona Efrînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya Rêxistina Sara a ku ji aliyê Rêveberiya Rêxistinê Raniya Cefer ve hat dayîn. Raniya diyar kir ku di sedsala 21'an de ewqas bûyerên qetilkirina jinan dervî ehlaqê mirovahiye û wiha got, "Divê Saziyên Mafê Mirovan mudexeleyê mijarê bike û kujeran ceza bike."
Komeleya Êzîdiyan jî li ber Navenda Ragihandina Çira tv. daxuyanî da û bûyerê qetilkirina jinan şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Lijneya Jinê a Komeleyê Êzidî Cîhan Elo ve hate xwendin, di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Jina Kurd ku herdem ji bo avakirina civakeke exlaqî xwedî efrînerî bûye, çanda dayîka xwedawend pêş xist. Lê bi kuştinê re rû bi rû dimîne. Em kuştina jina Êzîdî Şîlan ku li Almanyayê pêkhatiye bi tundî şermezar dikin. Di bin hişmendiyeke ku her tiştî ji zilam re qebûl dike û rewa dibîne û di bin kevneşopiyên şaş de careke din di nava civakê de kuştina jinan tê kirin û li hemberî wê kes dengê xwe nake."
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Wek rêxistin û komeleya Êzidî em ê li hember şîdet, tundî û qetilkirina jinan tekoşîna xwe bidomînin."
(fr/hs/rc)