Gelê Rojava komkujiya Helepçeyê bi bîr anî

17:36

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojavayê Kurdistanê îro komkujiya Helepçeyê bi deqeyek rêzgirtinê bîr anî.

Li bajarê Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û tevahî bajarên Rojava ji bo bîr anîna komkujiya Helepçeyê deqeyek rêz hat girtin. Li bajarê Amûdê piştî deqeyek rêzgirtinê li ber Saziyê Malbatê Şehîdan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamoste Serbes Ehmed ve hat xwendin û komkujî bi tundî hat şermezar kirin. Di daxuyaniyê de biryarbûna têkoşînê hat ziman. Her wiha li navenda Qamişlo jî gel seat 11'an de jiyan rewastand û ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Li her sê Kantonên Rojava û tevahî bajar û bajarokan jî bi heman mebestê gel li kolanan û xebatkarên saziyan jî derketin ber saziyên xwe û ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

(kom/rc)