Eyşe Efendî: YPG ûYPJ'ê mertalê parastina gel e

09:02

Rebîa Êto/JINHA

KOBANÊ - Derbarê hevkariya Partiyên Kurd bi çeteyan re û daxuyaniyên ENKS'ê yên reşkirina berxwedana Şêx Meqsûd de Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşe Efendî nêrînên xwe bi JINHA re parve kir û got mertalên parastina gel YPG-YPJ ne.

Encûmana Niştîmanî Kurdî Suriyê (ENKS) di demên dawî de kampanya reşkirina berxwedaniya gelê Kurd bi taybet jî hêzên YPG-YPJ'ê bi rêya çapemeniya hevalbend daye destpêkirin, gelê Rojava bi çalakî û daxuyaniyên cûr be cûr bertekên tund nîşanî kampanya reşkirin û êrîşan didin. Gelê Rojava li hember hevkariya ENKS'ê bi çeteyan re ya li hember Taxa Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin. Derbarê mijarê de Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşe Efendî jî nêrînên xwe bi me re parve kir. Eyşe Efendî da zanîn ku daxuyaniyên ENKS'ê yên dibêje 'YPG sivîlên li Şêx Meqsûd ji xwe re weke mertalên zindî bikar tîne!' îddîayên bê bingehin û got, "YPG/YPJ jixwe zarokên gelên me ne, mertalên parastina gel in, dê çewan gelê xwe bikin mertal?."

'ENKS daxuyaniyên reşkirina hêzên parastina gel YPG'ê dide'

Eyşe bal kişand ser agirbesta ku li Sûriyê pêk hatiye û ev pêvajo wiha girt dest, "Li ser bingeha ku agirbest li tevahî Sûriyayê pêk bê, hate îlankirin. Lê di esas de agirbest hatiye îhlalkirin. Li hin deveran dibe ku şer hatibe sekinandin, lê agribest ji bo kurdan pêk nehatiye. Li Şêx Meqsûd çete êrîş dikin û li Efrînê dewleta Tirk bi topan êrîş pêk tîne. Li Girê Spî komkujî pêk hat. Heya vê saniyê jî gelek sivîlên li Şêx Meqsûd di bin avahiyên wêrankirî da mane. Gel û hêzên parastinê bi bêran wan şehîdan di bin avahiyên wêran de derxin. Ev ne bese, di vê dawiyê de partiyên xayîn hevkariya Ehrar El-şam û Cebhet El-Nûsra dikin êrîş li hember taxa Şêx Meqsûd pêk tînin. ENKS daxuyaniyên reşkirina hêzên parastina gel YPG'ê dide. Lê ENKS'ê gotinên bê bingeh dike. ENKS bi eşkere di nav eniya dijberê Kurdan Cephet El-Nûsra û Ehrar El-Şam de cihê xwe girtiye. Tevî vê bi her awayî xapandinan dike. Jixwe tu kes van îdîayên bê bingeh bawer nake."

'Destên ENKS'ê di xwîna zarokên me de heye'

Eyşe got, "Yê ku gelê Kurd ji xwe re kiriye mertalê zindî ENKS ye" û wiha pê de çû: "Destên ENKS'ê di xwîna zarokên me de heye. Li Til Hasil, Til Eran ên Girê Spî, belgeyên ku ketin dest ev xiyanet îsbat kirin. Hêzên ku Cêş El Hor û DAÎŞ anîn ber Kobanê û ji deriyê Girê Spî jî çete derbasî Rojava kirin ENKS bû. Jixwe navenda ENKS'ê li Tirkiyê ye. Ev encûmen bi pereyên DAÎŞ û Tirkiyê xwe xwedî dike. Armanc jî dijî Kurdan her awayî hovîtî pêk anîne. Em nabêjin ENKS rêxistineke Kurd e. Ew bi pratîka xwe ji kurdîtiyê dûr in."

'ENKS bi çarenûsa gelê Kurd dileyîze'

Eyşe da zanîn ku ENKS bi çarenûsa gelê Kurd dileyîze û wiha li pey berjewendiyên xwe yên teng digere û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev encûmen tenê destdirêjiyê xwîna Kurdan dike, dixwaze gemariyan bike. Lê belê ez dibêjim hersê Kantonên Rojava ku axeke pîroz e, ENKS careke divê bê biryarê gel nekeve Rojava. Biryar gelê Kurd û bi taybet malbatên şehîdan dê bidin."

'Siyaseta ENKS'ê îflas kiriye'

Eyşe bilêvkir ku armanca ENKS'ê ji reşkirina berxwedaniya li Şêx Meqsûd jî wek berjewendiyên tenge û got ku ew tenê li pay berjiwandiya madî ne û wiha pêde çû, "Ji bo bigihêjin armanca xwe serî li her riyê qirêj didin. ENKS jixwe tu girseya wê li Rojava tune ye. Di dema Şoreşê de jî ji hev ketî bû, lê hukûmeta Başûr bi taybet jî PDK'ê dîsa ji bo dijîtiya şoreşê bikin piştgirî dan wan û ew rakirin ser piyan. Siyaseta ENKS'ê îflas kiriye û li ba gel tu qîmet û rûmeta wan jî nemaye."

'Kobanê çi be Amed, Cizîr jî yeke'

Eyşe Efendî gotina pêşiya yê 'Ta li kuderê zirav be, bila li wir biqede' bi bîr xist û ev tişt got, "Benê ENSK'ê li ba Kurdan ji demên borî qetiye. Di derbarê berxwedaniya li Bakûrê Kurdistan de jî Eyşe wiha got: "Ez berxwedana birûmet silav dikim. Bakûr ji bo Rojava bi taybet Kobanê seferber bû, em jî bi heman rûhê nêzîk dibin. Kobanê çi be Amed, Cizîr jî yeke. Amed û Cizîr jî çi be Kobanê heman tişte ji bo gelê Kurd."

'Sînor navbera Kurdan de nemaye'

Eyşe qala nirxandina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî kir û wiha domkir, "Sînorên welatê me hatine têlkirin, lê belê roja ku Rêber Apo ji bo Kobanê bangewaziya seferberiyê kir, ew têl, ew sînor hilweşiyan. Bila Erdogan bizanibe ku sînor di navbera Kurdan de nemaye. Ne di fîzîkî, ne jî di ruh û têkoşînê de sînor nemaye." Eyşe di dawiyê gotina xwede bang li ciwanên Kurd kir ku berxwedana Rojava û Bakûrê Kurdistanê bilind bikin.

(hs/rc)