Emîne li hember zehmetiyên jiyanê têdikoşe
09:03
Rebia Êto/JINHA
KOBANÊ - Emîne Miheydîn yek ji jinên ku têkoşîna jiyanê li gel her şert û mercên giran didê ye. Emîne diyar kir ku jin dikare hember mercên jiyanê têbikoşe û got hêza her jinek heye bi serkeve.
Ji ber şert û mercên şer, li Rojava û tevahî Suriyê welatiyên sivîl di warê aborî û debariya jiyanê pirsgirêkên giran dijîn. Emîne Mihyedîn a ji Kantona Kobanê diyar kir ku ew li hember zehmetiyên jiyanê têdikoşe û hewl dide li gorî derfetên xwe debara xwe bike. Emîne da zanîn ku ew piştî şerê li Suriyê ji bo debara malê her roj nan difroşe û got, "Ev çar salin ku ez nan difroşim. Berî ku em koçberî Bakûr jî bibin min min cardin nan difrot û debarê xwe dikir. Ez bi karê xwe kêfxweş im, bi keda xwe zarokên xwe xwedî dikim û xwe muhtacê tu kesî nakim. Bi hêvî me ku hemû jin jî bikaribin bi xwe aboriya xwe ango bi giştî pêdiviyên jiyana xwe pêşwazî bikin."
Emîne bilêv kir ku hêza jin heye berpirsyarê jiyanê tev hilde ser milê xwe û wiha pêde çû, "Kesên ku dibêjin jin tenê ya malê ye bila çavên xwe baş vekin, bila bizanin ku jin êdî ne ew jina ku koletî li ser xwe qebûl kiriye ye. Êdî jin dikare bi xwe aboriya xwe peyda bike, dikare di çeperên şer de jî parastina welat bike û mafê xwe bi dest bixe."
(hs/rc)