Jinên Wanê: Em ê destûr nedin agirê Newrozê vemire
09:04
JINHA
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku ligel her cure qedexe ew her sal roja Newrozê li qadanin û wiha gotin, "Em ê destûrê nedin agirê Newrozê me vemire."
Agirê 21'ê Adarê Cejna Newrozê a ku her sal bi rihê berxwedanê tê hildan, weke her sal gelê Kurd amedekariyê pîrozbahiyê bi coşek mezin dewam dike. Ligel qedexe û tundî gelê Kurd roja Newrozê bi cilên gelêrî dertên qadan û dora agirê Newrozê govenda xwe digerînin. Jinên Wanê diyar kirin ku Newroz li hember zilm û tundiyê serîhildan û berxwedane. Ji jinan Ayşe Tiniç (54) diyar kir ku ew her salê roja Newrozê darek diçîne û wiha got, "Newroz li gorî min aştî û azadiya gelê Kurde. Ez hêvîdarim ku buhar aştî û azadiyê bîne. Em jî mirovin û mafê xwe dixwazin. Em di 21'ê Adarê de tev bi cil û bergên gelêrî dertên qada Newrozê û cejna xwe pîroz dikin. Em ê bi rengê cilên xwe ên netewî qada Newrozê geş bikin."
'Newroz ji bo me gelek girînge'
Rabîa Bartû (74) diyar kir ku ew 24 sal li Wanê dijî û her sal tevlî şahiya Newrozê dibe û wiha domkir, "Newroz ji bo me Kurdan gelek girînge em jî bi kelecanekî mezin her sal pîroz dikin. Newroz mîrateya Kawayê Hesinkerê Hemdeme. Em qedexeyan nasnakin û em ê cejna xwe yê Newrozê pîroz bikin. Divê tevahî jin û ciwan roja Newrozê berê xwe bidin qadê û bi coşek mezin cejnê xwe pêşwazî bikin."
'Em hêvîdarin Newroz bibe pira azadiyê'
Leyla Bartû jî wiha got, "Her sal bi kelecanekî mezin em 21'ê Adarê Newroza xwe em pîroz dikin. Em hêvîdarin ku Newroz bibe pira azadiyê û tevahî gel bi çanda xwe bijî. Newroz ji bo aştiyê derket holê, ji bo ku aştî pêk were tiştê pêwîst çibe em ê pêk bînin. Bi rûhê berxwedanê em ê qadan wek her sal dagirin û pîroz bikin cejna xwe. Bi tevlîbûna xwe em ê xwedî li jinên ku hatine qetilkirin derên qada Newrozê."
'Bi kelecanek mezin em li benda Newrozê ne'
Ji jinan Zînet Babat jî qala astengiyên pîrozbahiya Newroza îsal kir û wiha got, "Em astengiya cejna Newrozê nasnakin. 20 salin astengî çêdikin lê em her sal bi coşek mezin xwedî li cejna xwe dertên û pîroz dikin. Li hember qedexeyan ti car me serî ne tewandiye û em bi rûhê serhildanê li qada Newrozê bin. Bi kelecanek mezin em li benda Newrozê ne. Dewlet bi salane ku dibêje cilên gelerî û rengê kesk,sor û zer qedexeye. Em jî dibêjin em mîrateyên mezinên xwe û çanda xwe didin jiyandin û em ê qedexeyan nasnekin. Em ê destûr nedin agirê Newrozê vemire."
(hk-db/rc)