Di 6. salvegera Şoreşa Suriyê de çi hat guhertin

09:05

Zehîda Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Bi boneya 6. salvegera Şoreşa Suriyê Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Narîn Temo nirxandin kir. Narîn diyar kir ku jina Kurd di şoreşa Suriyê de xwedî cihek serekeye û got, "Di şoreşa Suriyê de jina Kurd berdêlên giran da û pêşengiya berxwedanê kir. Berxwedan û têkoşîna jina Kurd ji bo tevahî cîhanê bû çavkaniya jiyan û hebûnê."

Ji ber şerê li Suriyê ya 5 sal ji 250'î hezar bêhtir mirov jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan kes jî neçar mane ax û werên xwe terk bikin. Bi milyonan kes koçber bû lê hîna di nava qeyrana şer de ji 18'e milyon zêdetir mirov dijîn. Şoreşa Sûriyê ku li bajarê Deraa yê Sûriyê di 15'ê Adara 2011'an de destpê kir, gelek guherîn di heremê de bi xwe re anî. Hêmayên sereke yê Şoreşa Suriyê bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re rola jina Kurd yê berxwedêr derket holê. Modela xweseriya demokratîk a ku bi pêşengiya jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê teşe digre û bandora xwe li tevahî Suriyê dike, ji cîhanê re bûye çavkaniya jiyanê. Derbarê mijarê de Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Narîn Temo nirxandin kir.

'Şoreşa Suriyê bû şoreşa jin'

Narîn diyar kir ku di pêşketina şoreşê de roja jina Kurd serekeye û wiha berdewam kir, "Şoreşa Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 6. dibe gelek guhertinên bingehîn bi xwe re anîn. Ji aliyê pergala xweserî ya bi rengê jin ve jî pêngavên mezin hatin avêtin. Jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdêlên giran da. Bi hezaran sale pergal dixwaze hebûn û berxwedana jin biçewsîne. Li Rojava jin bi sekin û berxwedana xwe yê rêxistinkirî hember pergala desthilatdariyê têkoşînek mezin nîşan da. Jin bi berxwedanê hebûna xwe yê zagonî, parastin û rêxistinî da rûnişkandin. Şoreşa Suriyê bû şoreşa jin."

'Jinên cîhanê ji jina Kurd tecrûbe digre'

Narîn destnîşan kir ku jinên cîhanê eleqeyek mezin nîşanî rêxistinbûn û parastina jina Kurd didin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Rojava jin pêşengiya parastin, siyaset, abori, ekoloji û tenduristiyê dikin. Modela xweseriya demokratîk bi rengê jin li Rojavayê Krudistanê teşe digre. Berxwedana şervanên YPJ'ê ji tevahî cîhanê re mînake. Jinên cîhanê ji jina Kurd tecrûbe werdigre. Ji her derê cîhanê jin, gel diherike Rojavayê Kurdistanê û modela jiyana ku bi pêşengiya jin hatî avakirin ji nêzve dişopîne."

Narîn da zanîn ku bi berxwedan û têkoşînek bê hempa jin dikare hember kevneşopiya pergalê têbikoşe ev yek jî bi yekgirtin û bilindkirina rêxistinbûnê dê pêk were.


(hs/rc)