Li Hîndîstanê şertên giran ên xebatê jinan hat guhertin
09:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstanê qirêj bi destê jinan tên berhevkirin, ligel vê tevahî karên giran bi jinên xizan tê kirin. Lê bi kampanyayê ku aktîvîstên mafê mirovan dabûn despêkirin hinek guhertin hatin çêkirin.
Li Hîndîstanê polîtîkayên cudakarî ên çîneyatî û zayendîperestî sedem li ber xebatê giran ji bo jinên xizan vedike. Li gorî nûçeyê Reutersê, di sala 1955'an de li Hîndîstanê ku cudakariya çîneyatî hatî qedexe kirin, bi destê jinên xizan qirêjî tên berhevkirin û jin wiha didin xebitandin. Jin di şert û mercên qirêj de tên xebitandin. Ji bo ku qirêjî bi dest neyên komkirin hin guhertin hat sazkirin.
Li gorî nifusê Hîndîstanê ji sedî 90'î, ku tê texmîn kirin 1, 3 milyon jin karkeriyê berhevkirina qirêjiyê bi destê xwe dikin. Ji paqijkirina lewabo, berhevkirina qirêjî bi destê xwe heya xwedîkirina sewalan karên ku di çavê civakê de biçûk tê dîtin û giran tev bi jinên xizan tên kirin. Li gorî vegotina parazvanên mafê mirovan, jinên ku hember van pêk anîna dertên, maeşê wan nayê dayîn û rastî tehdît û şîdeta fîzîkî tên. Ji bo dawî li van pêk anînan bê, aktîvîstan bi navê koma Jan Sahas kampanya dan despêkirin.
Avakarê koma Jan Sahas Ashîf Shaîkh wiha got, "Ev yek ne tenê tê wateya cudakariya çîneyatî di heman demê de cudabûnek zayendîperestiye. Bi zorê karên ku jin biçûk tê xistin bi jinan didin kirin. Ev ne kar koletî dayîna ferzkirine. Dervî wê jî rê nadin jinan û pereyek gelek kêm beramberî kedê jinan tê dayîn. Eger jin dev ji kar jî berdidin rastî şîdeta fîzîk û tehdîdan tên. Li aliyê din ji aliyê malbat, civak û hewirdor cardin ew jin rastî pêk anînên dervî mirovahî tên."
Ashîf destnîşan kir ku ew hikûmetê ji bo gav avêtinê dane zorê û wiha dawî li gotina xwe anî, "Hikûmeta Hîndîstanê ji bo her kesê ku qirêjî bi destê xwe berhevdike û di wê xebatê giran de cih digre, derfetê xebatek nû dê avabike, bigre perwerdê karkeriyê û 590 dolar maaşê wan pêşwazî bike."
(rc)