'Mala me xirakirin û dixwazin bi me bidin paqijkirin'
09:11
JINHA
AMED - Malbatên ku ji ber êrîşê hêzê dewletê neçar mane ji Surê derkevin, diyar kirin ku ÎŞKUR'ê ji bo karê paqijiyê bang li wan kiriye û wiha gotin, "Malê me xirab kirin û dûvre karê paqijiyê didin ber me."
Li navçeya Sura Amedê êrîş û dorpêç di roja 108'an de berdewam dike. Ji ber êrîşên di vê pêvajoyê de gelek cihên dîrokî û malên gel ziyan dîtin. Gelê Surê jî ji ber êrîşan neçar man malên xwe terk bikin. Li gorî agahiyên hatine standin ÎŞKUR'ê malbatên ku ji Surê derketine, girtiye lîsteyê xwe û ji bo sê heyvan li dibistan û saziyên fermî karê paqijiyê daye pêş wan. Li gorî îddîayên malbatê 3'ê heyv girtina kare û dûvre li Surê xebatê paqijiyê bi wan dane kirine. Gel vê bûyerê wek dewlet dixwaze ser xirakirina malan bigere û xemla windakirine bixin dewrê dibîne û dinirxîne.
Jina ku ji Taxa Cevatpaşa ya Surê ye û nexwest navê xwe bide wiha got, "Di serê de gelên ji Surê derketine girtine kar. Dûvre kaça min ya 20 salî qeyda wê li ÎŞKUR'ê ji bo kar kirine. Di serî de me fêm nekir ka mesele çiye. Piştre li me gerîn û gotin 'werin me ji bo we kar dîtiye'. Tevî keça xwe em çûn. Dûvre me dît ku li wir cîranên me hene. Ji her malê yek ji bo kar diyar kirine. Ji mera gotin ji bo 3'ê heyvan bi hezar û 500 milyon dikarin bixebitin. Me got çima 3 heyv tenê ye? Hînceta ku wê dibistan werin girtin danîn pêş me. Piştre hevalek mêr li me geriya û got 'armanca dewletê ew e ku barîqatên Surê bi xabatkaran bigrin.' Me fêmkir ku bi rastî armanca wan ew e ku piştî dibistan bên girtin li Surê barîqatan bi destê xabatkaran girtin heye."
Her wiha diyar kir ku ew vê rewşê qebûl nakin û wiha pêde çû, "Niha bi wan mirovan paqijiya dibistan û lewaboyan dikin. Piştî qedexe rabû ew ê berê wan bidin Surê, ev yek jî heqeretek mezine ji bo me. Mal û warên me xiradikin û dûvre dixwazin bi me bidin paqijkirin. Ev çi wîjdane?."
(dt/rc)