Ji şoreşa Rojava ji berxwedana Geverê re 'Silav'ek

09:15

Hulya Okalîn/JINHA

COLEMÊRG- Jinên Geverê ku li hemberî hemû zilm û şikandina hişmendiya zayendîperest ya li ser jinê bê şikandin jî di berxwedanê de cihên xwe girtin. Yek ji endama YPS- JIN'ê ya Geverê Silava Ronahî ya ku ji berxwedana Silava ya li Rojava bi bandor dibe bi rihê berxwedana wê navê Silava li xwe dike û li hemberî hişmendiya zayendî li ber xwe dide.

Li Kurdistanê jinên kurd li hemberî hişmendiya zayendîperest li Rojava û Bakûrê Kurdistanê di nav têkoşîn û berxwedanek bê hempa de ne. Berxweda jinan ku ewîl li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û li bakûrê Kurdistanê bê navber berdewam dike, şoreşa Rojava ji bo berxwedana bakûr wek silavek dibînin.

Di sala 2012'an de Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hemberî zilm û zordariyên desthîlatdariyê rêveberiya xwe ya xweser îlan kirin. Gelê kurd bi pradîgmaya azadiya jin û ekolojî û parastina cewherî li hemberî desthilatdariyê bi alternatîfa rêveberiya xweser dest bi têkoşinê kir. Bi hezaran keç û xortên kurd ji bo parastina cewherî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) avakirin. Bi hezaran jinên kurd jî li dijî hişmendiya zayendîperest cihê xwe di qadên şer de girtin û bi lehengî şer kirin.

'Sembola şoreşa Rojava, Silava'

Di sala 2013'an de çete ji bo dagirkirina Rojavayê bi hovane êrîşê cihên xweser kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî bi berxwedanek mezin warên xwe parastin û li dijî êrîşan şer kirin. Di encama şer de Şervana YPJ'ê Meryem Mihemed (Silava) ku pêşengiya şer dikir di 28'ê Gulana 2013'an de di encama şerê girande jiyana xwe ji dest da. Silava ku li hemberî êrîşa çeteyan de bi berxwedanek bêhempa nîşanda, navê xwe di dîroka cihanê de wek "Yekemîn şehîdê YPJ'ê" dinîvise û bû sembola şoreşa Rojava.

Berxwederên Bakûr navên berxwederên Rojava hilgirtin ser xwe

Di 2015'an de kurdên bakûrê Kurdistanê dijin pîştî konsepta şer a hikûmeta AKP'ê li gelek bajaran rêveberiya xweser îlan kirin. Li Bakûr jî bi hezaran keç û xortên kurd ji bo parastina erka xwe di taxan de xendekan vedan û li hemberî qetliyam û kuştinên sîvîlan Yekîneyên Parastina Sîvîlan ( YPS) û Yekîneyên Parastina Sîvilan a Jinê ( YPS- JIN) ava kirin. Ciwanên kurd ên ku di berxwedanê de cihên xwe girtin navên berxwederên Rojava li xwe kirin û di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin. Bi sedan ciwanên kurd ji ber berxwedan û vîna berxwederên Rojava bibandor dibin û ji bo navên wan nemîr bikin hildigirin û berên xwe didin qadên berxwedanê.

Bi navê xwe şanaz e

Jinên Geverê ku li hemberî hemû zilm û şikandina hişmendiya zayendi ya li ser jinê bê şikandin jî di berxwedanê de cihên xwe girtin. Yek ji endama YPS- JIN'ê ya Geverê Silava Ronahî ya ku ji berxwedana Silava ya li Rojava bi bandor dibe bi rihê berxwedana wê navê Silava li xwe dike. Silava ji bo azadiya welatê xwe û ya jinê berê xwe da qadên berxwedanê û li hemberî dewleta dagirker têdikoşe. Silava bi şanaziyek mezin qala wateya navê xwe dike û sedema hilgirtina navê Silavayê dike. Silava Ronahî, navê Silava ji şoreşa Rojava ji berxwedana Geverê re wek 'Silav'ek dibine û ev tişt dibêjî: " Wek ku tê zanin li Rojavayê Kurdistanê berxwedan û şoreşek bêhempa pêk hat û di dîrokê de cihê xwe girt. Îro di pêşengiya jinan de li bakûr jî heman berxwedan tê meşandin. Ji ber vê yekê min jî navê 'Silava' hilgirt. Navê Silava ji bo berxwedana bakûr re bû wek silavek e. Ez bi vê navê gelek şanaz in."

'Ji bo hebûna jinê em li qadên şer in'

Silava, li ser pirsa çima jin êdî şer tercih dikin jî ev tişt dibêje: "Di cihanê de hemû jin di ji ber hişmendî û desthilatdariya baviksalariyê her tim rastî zilm û zordariyê hatine. Jin di nav civakê de tu carî nebûye xwedî maf û mafê wan her tim hatiyê binpêkirin. Mêr di nav civakê de rolek ji jinê de dayê avakirin û jin nikare xwe ji wê sinorê derbas bike. Dema ku hewl dide jî teqes hatiyê kuştin an jî rastî tundiyê hatiye. Em nîfşên nû ev zilm û bêhiqûqiyê qebûl nakin. Lewra îro em ne tenê li qadên civakî ji bo hebûna jinê li qadên şer jî xwe didin nişandan."

'Eger em daxwaza azadiyek bikin divê em di nav berxwedanê de bin'

Silava ji ber di nav malbatek welatparêz de mezin bû ye ji zarokatiya xwe heya niha her tim hember hemû zilm û zordariyên dewletê ya li ser gelê Geverê bûye xwedî helwest. Silava di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku dewletê her tim li ser wan zilmê kiriyê û ew rastî polîtîkayên bişaftinê hatine û wiha got, "Ligel ewqas zilm û zordariyan welatên dagirkiriyê û serweriyê dide meşandin. Êdî em destûrê nadin ku tû dewlet li ser ernîgariya me serweriyê bikin. Eger em daxwaza azadiyek bikin divê em di nav berxwedanê de bin."

'Çawa ku Silav li Rojava bû, îro li bakûr e dê sibê jî başûr û rojhîlat ronî bibe'

Silava di dawiya axaftina xwe de bi kelecanek mezin wiha qala şoreşa Rojava û berxwedana bakûr kir: " Şoreş û berxwedana ku li Rojava di pêşengiya Silava de hate destpêkirin û biserketinek encam girt. Min jî li Geverê bi navê Silava berxwedan dewr girt. Çawa ku Kobanê di pêşengiya Silavan de azad bû dê Gever jî azad bibe. Çawa ku Silav li Rojava bû, îro li bakûr e dê sibê jî başûr û rojhîlat ronî bike."

(rc)