Jinên Colemêrgê: Em qedexeyan nas nakin û bigiyana Arinan Newrozê pîroz bikin

09:55

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li navend û navçeyên Colemêrgê jî pîrozbahiyên Newrozê hat qedexekirin. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî qedexeyan dan û gotin: "Em qedexeya Walî nasnakin. Emê bi giyana berxwedanê ya Arînan Newrozê pîroz bikin."

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê cejna Newrozê ya bûye kevneşopiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê hat qedexekirin ji aliyê waliyên dewletê ve. Bi heman awayî Waliyê Colemêrgê jî ji bo pîrozbahiyên cejna Newrozê qedexe anî. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî helwesta walî dan û dan zanîn ku ewê ticarî qedexeyan nasnekin û bi kelecana berxwedanê dakevin qada Newrozê.

Jina bi navê Rûkiye Temel ani ziman ku Newroz cejna hemû gelên Rojihala Navîne û wiha domand: "Li her dever û Bajarên Kurdistanê ji aliyê hikumetê ve biryara qedexeya Newrozê hatiye dayin gelo çima ew qas ji Newrozê jî ditirsin. Newroz mizginiya biharê ye ango cejna tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber wê ji divê tu kes ji Newrozê netirse. Her çiqas ew qedexe bikin ji emê cejna xwe ya Newrozê pîroz bikin. Ji ber ku ew roj roja mazlumane, roja jiyanek nûye ji ber wê emê pîroz bikin. Ji niha ve em cejna Newrozê li tevahiya gelan pîroz dikin û herkesê vedixwînin qada Newrozê."

Dayika Aştiyê Meryem Ozcan ji bertek nîşanî qedexekirina cejna Newrozê da û wiha axivi; "Ez destpêkê Newrozê li hemû gelê Kurdisatanê pîroz dikim û berxwedana gelan slav dikim. Weki her bajaran li Colemêrgê jî Newroz hat qedexe kirin, lê emê wekî her salê Newrozê pîroz bikin. Ji ber ku Newroz roja mirovahiyê ye dewlet çima ji yekbûyina gelan ditirse. Roja Newrozê hemû reng yekbûyina xwe nîşan didin, ji ber wê ji bila ji wekhêviyê netirsin. Li ser rûyê jiyanê nehatiye dîtin ku jiyana mirovan ewqas hatiye binpêkirin. Emê Newrozê pîroz bikin. Em qedexeyên Dewletê û hikumeta AKP'ê nasnakin."

Jina bi navê Leyla Ucar ji aşkere kir ku ewê li hemberi qedexeyan bisekinin û wiha pêde çû; "Ez bi hêrs vê biryarê şermezar dikim her ew çiqas vina gelan nas nakin, em ji wan nasnakin. Bila dewlet bizane ku emê bi ruhê Arînan dakevin qada Newrozê û Newroza xwe bi berxwedanê pîroz bikin. Ew nikarin cejna me qedexe bikin. Her çiqas ew êrişan li ser vina gelê me bikin emê ew qas berxwe bidin ji ber wê ji emê li Colemêrgê bi pêşengiya jinan cejna gelê kurd Newrozê pîroz bikin. Ez Newroza gelê berxweder pîroz dikim."

Derya Temel ji derbirî ku ewê Newrozê pîroz bikin û wiha domand; "Xemginiya herî mezine ku pîrozkirina Newrozê hat qedexe kirin, lê em disa dê Newrozê piroz bikin. Ji ber ku em her sal pîroz dikin. Gelo çima îsal hat qedexe kirin, emê Newrozê bi biryarek mezin piroz bikin."

(zt)