Polîsan bi ser avahiya DBP Wanê de girt
10:18
JINHA
WAN- Di çerçoveya operasyonên qirkirinê de îro serê sibê polîsên tirk bi ser avahiya DBP'ê ya girêdayî rêya Armûsê û taxa Şehîd Firatê de girtin. Di encama serdegirtinan de Rêvebera DBP'ê ya Wanê Caziye Duman û gelek welatî hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî bê navber berdewam dikin. Serê sibê polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya girêdayî rêya Armûsê û taxa Şehîd Firat ya Wanê de girt. Ligel ku li avahiya DBP'ê lêgerîn berdewam dike polîsan Rêvebera DBP'ê ya Wanê Caziye Duman û gelek welatiyên taxa Şehîd Firat hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatiyên hatî binçavkirin ji bo îfadê birin TEM' a girêdayiyê reya Artemête.
(hk/rc)