'Çanda dengbêjî wek jin em dikarin bidin jiyandin'
11:41
Vildan Atmaca / JINHA
WAN - Jin li Kurdistanê çanda herî bi bandor û kevnar dengbêjiyê ji bo nifşê nû didin jiyandin.
Yek ji wêjeyên devikî a çanda herêma Serhedê dengbêji ye. Çanda dengbêjî ya ku bingehê xwe ji koçertî, evîn û şer digre, ji herêma Serhedê despêdike û li tevahî Mezopotamya yê belav dibe. Bi gotinên wetadar ku di nava xwe de xweza, hestên civakî û rihê zindî digre, heya roja îro domandiye. Çanda dengbêjî wêjeyên devikî ya dîrokê ye, bi zimanek çandî hebûna xwe ji dîrokê heya roja îro zindî girtiye û gelek çîrokên mîtolojîk bi dengê xwe derbasî van serdeman kirine. Kedê jinê di dîrokê de ji bo jiyandina çanda dengbêjî geleke. Ji jinên dengbêj ya Wanê Meryem Tunce diyar kir ku çavkaniya dengbêjî ji 'dertbêjî' tê û bi vî aweyî heya roja îro hatî.
Meryem da zanîn ku bi kedê jinan dengbêjî heya roja îro hatî û wiha domkir, "Çanda dengbêjiyê jinan her ku diçe tê asteg kirin û wiha got, "Jina Kurd di bingeh de jina bi derde. Pêşiya jina dengbêj gelek car hat asteng kirin. Eger ez îro li vir bim bi saya Rebertî, şehîd û partiyê li virim. Bi saya ked û çanda kurd ez wek jin li virim."
'Zarokan ferî çand û hunera kurda bikin'
Meryem destnîşan kir ku tenê jin dikare çanda civaka xwe bide jiyandin û wiha pêde çû, "Em bi klam û çîrokên dayikên xwe mezin bûn. Lê zarokên me ji ber polîtîkayên dewletê asîmle bûne. Nifşên niha çand û zimanê xwe nizanin. Dema ku ji zarokên xwe re çîrok vedibêjim ji min re dibêjin 'dayê ev çiye tu qala çi dikî'. Lê em bi van çîrokan mezinbûn. Ji bo jiyandina çanda Kurdî divê em ji zarokê xwere çîrokan vebêjin û çandê bidin jiyandin."
Meryem bilêvkir ku ew êşên ku dijîn bi riyê klaman tînin ziman û got ligel astengiyan ew ê wek jin çanda xwe bidin jiyandin. Meryem wiha dawî li gotina xwe anî, "Niha li Sur, Cizîr û Silopî şerek giran diqewime. Em bi dengbêjiyê wê êşên ku tê jîn vedibêjin. Li hember her cure polîtîkayê bişavtin û înkarkirina ziman wek jin em ê çanda dengbêjî bidin jiyandin."
(dt/rc)