Newroza Wanê jî aliyê walîtiyê hat qedexekirin

11:50

JINHA

WAN - Weke gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, pîrozbahiyên Newroza Wanê jî ji aliyê walitiyê ve hate qedexekirin. Komîteya Amadekar a Newrozê daxuyand ku dê guh nedin qedexeyan û dê di 19'ê Adarê de li qadan bin.

Hikûmeta AKP'ê ji bo rê li ber berxwedana Newrozê bigire serî li rêbazên qedexekirinê dide. Weke gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi biryara navendî ku hatiye girtin, Walitiya Wanê jî biryara qedexeyê da pîrozbahiyên Newroza Wanê ya 19'ê Adarê.

Komîteya Amadekar a Wanê têkildarî biryarê daxuyand ku dê guh nedin qedexeyan û dê di 19'ê Adarê de li Xaçerêya 2'ê Nîsanê, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş Newrozê pîroz bikin.

(hk/rc)