Nasnameya jina ku li Êlihê hatî qetilkirin aşkere bû
12:28
JINHA
ELÎH - Ji du jinên ku şevê berê li Êlihê hatine qetilkirin û cenazeyê wan rakirine nexweşxanê nasnameyê jinek aşkere bû. Hat zanîn ku ji wan jinan yek bi navê Ruşen Altun e.
Li Kolana Veysel Karanî ya Taxa Aydinlikevlera Êlihê şevê berê du jin ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin. Li cihê bûyerê gule li gelek mal û cihên kar ketine. Şahîdê bûyerê diyar kiribû ku ji jinan yek polîsan înfaz kiribû, li aliyê din esnaf û welatiyên taxê diyar kirin ku ji ber guleyan ew nekarîne derkevin derve.
Cenazeyê herdu jinên ku hatî qetilkirin rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê. Hat hînbûn ku cenazeyê Ruşen Altun hat teşîs kirin.
(rc)