Li Rezanê 3 kes hatin înfaz kirin
13:09
JINHA
AMED - Li taxa Kaynartepe ya navçeyê Rezanê 3'ê roje dorpêça hêzên dewletê berdewam dike. Di tora civakî de weneyên 3'ê ciwanên înfaz kirî hat parvekirin û tê îddîa kirin ku ev dîmen li navçeya Rezanê hatî kêşandin.
Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezana Amedê êrîş û dorpêça hêzê dewletê di roja 3. de berdewam dike. Tê diyar kirin ku li Kaynartepeyê 3'ê kes hatine înfaz kirin, di wêne û dîmenên ku ser tora civakî ve hatî parvekirin îddîayê înfazê pişt rast dike. Hat zanîn ku ciwanên hatîne înfaz kirin navê wan Omer Altun, Bedrettîn Tugrul û nasnameyê kesê din jî hîna ne hat zelal kirin.
Cenaze li morga Nexweşxana Lêkolîn û Perwerde a Gazî Yaşargîla Amedê tên ragirtin.
Polîs êrîşî gel kir
Ji aliyê din welatiyên ku bi armanca şermezarkirina dorpêçê li Taxa Nîsan 5 hatin ba hev rastî mudexeleya polîsan hatin.
(dt/rc)