Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Federaliya hatin hilbijartin

16:07

JINHA

RIMÊLAN- Hediye Yûsuf û Mensûr El-Selûm wek hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê hatin hilbijartin.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Sipî Mensûr El-Selûm wek hevserokên meclîsê bi pir-dengiya delegeyan hatin hilbijartin. Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyeyê hîna jî didome. Hate hînbûn ku sîstema Federaliya Demokraîtk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hatiye erêkirin, niha jî Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk hate hilbijartin. Her wiha 200 delegeyên ku tevlî civînê bûne jî wek endamên meclîsê hatin erêkirin.

Di hilbijartina ji bo hevserokatiya meclîsê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Sipî Mensûr El-Selûm hatin hilbijartin. Piştî navberê dê 31 endamên Desteya Rêveber bêne hilbijartin.

(se/rc)