Jinên Wanê li hember serde girtinan bertekê xwe anîn ziman
16:23
JINHA
WAN- Polîsan serê sibê li Wanê bi ser gelek avahiyên taxa Şehîd Firat de girt. Di encama serdegirtina malan de zarokê 15'e salî Abdullah Acar hat binçav kirin.
Li Wanê serê sibê polîsan taxa ku girêdayiyê rêya Armûsê Şehît Firatê de li ser gelek avahiyan de girt û gelek kes girt binçavan. Polîsan li avahiyên welatiyan hemû lêgerin kir û zarokên wan jî birin Şûbeya Midûriyeta Zarokan. Zarokê temenê wî 15 salî Abdullah Acar jî hat binçavkirin.
'Bila Erdogan bê halê me bibîne'
Dayika Abdullah, Nazli Acar jî hember serdegirtinan hêrsê xwe anî ziman û wiha got, " Di serê sibê de polîs hatin ser mala me. Me nizanî çi çêbû û ketin jor û lêgerin kirin wê demê zarokên min hemû raketibûn. Zarokên min gelek tirsiyan. Şîdeta derûnî li ser me pêk anîn. Kurê min yê 15'e salî serê wî li erdê xistin û bi darb kirin ê girtin binçavan. Dewleta tirk çi dixwaze em nizanin. Her tim di got em ê biratî bijîn jiyana wisa ne biratîye. Bila Erdogan were û halê me bibîne. Dewletê ji bo me çi tişt nehêşt û em niha çi bikin."
(hk-db/rc)