Cejna Newrozê li zarokan hate pîrozkirin

16:42

JINHA

TIL TEMIR- Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de TEV-ÇAND'ê îro ji bo zarokên bajarê Til Temir şahiyek taybet saz kir.

Şahiya Newrozê ya zarokan li Peymangeha Şehîd Jiyan ya bajarê Til Temira Kantona Cizîrê hate li dar xistin. Peymangeh bi rengên kesk, sor û zer û bi posterên kesên ku di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dane hat xemlandin. Di şahiyê de komên stran û folklora zarokan berhemên xwe pêkêş kirin. Zarok bi kêfxweşiyek mezin şahî pêşwazî kirin. Malbatên zarokan jî li cihê şahiyê amade bûn û ji niha ve Newroz li zarokên xwe pîroz kirin. Endama TEV-ÇAND'a bajêr Buhar Botan diyar kir ku ew cara yekeme di çerçoveyê xebate Newrozê şahiyên taybet ji bo zarokan pêk tînin. Buhar da zanîn ku divê bi taybet rojên taybet zarok neyên ji bîr kirin.

Şahî bi gerandina govenda zarok û stranan bi dawî bû.

(rh-ja/hs/rc)