Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyek tecrît şermezar kirin
16:57
JINHA
QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyek tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Heya Rêber Apo azad nebe jinên ciwan jî azad nabin."
Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyaniya ku li ber Navenda Tevgera Ciwanên Rojava hat dayîn ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Dunya Efrîn ve hat xwendin. Dunya diyar kir ku, Rojhilata Navîn di nava aloziyek mezin de ye û wiha got, "Aloziya Rojhilata Navîn ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hatiye afrandin ji bo bikaribe desthilatdariya xwe li ser gelên herêmê ferz bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember projeya modernîteya kapîtalîst disekine û ji bo ku tevahî gelan bikarin jiyaneke hevbeş bi rengekî aşîtiyane bi hev re bijîn, projeya Netewa Demokratîk dide pêş û belav dike."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku piştgiriya dewleta tirkiyê ji bo çeteyan bê navber didome û wiha hat gotin, "Dewleta Tirk bixwe jî bi hemû hovîtiya xwe êrîşî Kurdistanê dike. Di heman demê de, Rêber Apo xistine tecrîdeke girankirî di zindana Îmraliyê de, ku ev 17 sal in li wir dîl tê ragirtin. Ev 10 meh in dewleta Tirk a dagirker tevahî hevdîtin û ziyaret bi Rêber Apo re qut kirine. Dixwazin bi vê yekê zextê li ser şoreşgeran bikin, lê dewleta Tirk a dagirker nizane ku ruhê milîtanên Apoyî bi ruhê Rêber APO ve girêdayî ye. Em bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan ku li ser fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo perwerde bûne, em ê tucarî aram nebin û bêdeng nemînin li hember kiryarên dewleta Tirk a dagriker de. Em ê têkoşîn bikin heya ku em Rêberê azadiyê bi rengekî fîzîkî ji zindana Îmraliyê rizgar bikin. Ji ber ku azadiya jinên ciwan bi azadiya Rêber Apo pêk tê. Heya ku Rêber APO di girtîgeha Îmraliyê de be, em ê azad nebin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin."
Daxuyaniya jinên ciwan bi çepik û berzkirina dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" û "Bijî Yekîtiya Jinên Ciwan" bi dawî bû.
(gb/rc)