Dayîkên Aştî: Bi rûhê berxwedan û serhildanê derên qadan
09:01
JINHA
AMED - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî bertek nîşanî qedexeyên pîrozbahiya Newroza îsal yê ku ji aliyê walîtiyê ve li gelek bajêr hatine dayîn dan, qedexeyên salên 90'î bi bîrxistin û banga tevlîbûna bi rûhê berxwedan û serhildanê kirin.
Bernameyê Newroza 21'ê Adarê yê ku îsal bi dirûşmeyê "Bi berxwedanê em ê bi serbikevin" li gelek bajar xebat tên sazkirin ji aliyê walîtiyê ve qedexeyê pîrozbahiyê hat dayîn. Qedexe rastî gelek bertekan tê û bi taybet vê carê ji Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî hat. Dayîkên Aştî diyar kirin ku Newroz ew ê bibe despêkek ji bo ji hewra şer bê dûrketin û bang li tevahî dayîkên li bajarê Tirkiyê û Kurdistanê kirin ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.
'Em bi rûhê Sakîne, Sêvê û Pakîzeyan tevlî Newrozê bibin'
Hanîfe Akpolat banga tevlîbûnê li tevahî jinan kir û wiha got, "Bi qedexeya derketina kolanan re gumanên dayîkan hember zarokan zêdetir bûye. Banga min ji tevahî dayîkan re: Em tevlî Newrozê bibin û serkeftina xwe nîşan bikin. Ji bo zarokên me ên din nemirin. Ji kîjan netewî dibe bila bibe divê tevahî dayîk berê xwe bidin qada Newrozê û dest bidin destê hev. Bila çavê zarokên me vekirî nemîne. Dewlet dixwaze çavê me bide tirsandin, em vê yekê dizanin. Divê em bi rûhê Sakîne, Sêvê û Pakîze tevlî Newrozê bibin. Em sozê xwe bi cih bînin. Destek me nava xwînê de be jî ew ê destê mey ê din li Newrozê be û em ê Newrozê xwe bi coşek mezin pîroz bikin."
'Çiqas qedexe hebaya jî me Newroza xwe pîroz dikir'
Raîfe Ozbey jî diyar kir ku ew di Newroza 1990'an de li Ferqînê bû û wiha qala wan roja kir, "Em di sala 1990'an de li Ferqînê bûn û cardin Newroz hatibû qedexe kirin. Dema ku qala Newrozê dihat kirin, tundî û zilm pêk dihat. Lê cardin gel Newroza xwe pîroz dikir û berî Newrozê bi deh roj derdiketin kolanan. Li her derê Ferqînê agirê Newrozê dihat dadan. Gel bi tilîlî û dirûşmeyan Newroza xwe pêşwazî dikir û roja Newrozê jî derdiketin qadan. Çiqas zilm û tundî pêk hatiba jî me Newroza xwe pîroz dikir."
Raîfe da zanîn ku agirê Newrozê tê wateyê serhildan û berxwedan û got ligel li her derê qedexeya pîrozbahiya Newrozê hatî dayîn jî ew ê Newroza xwe pîroz bikin. Raîfe got, "Bi salane em Newroza xwe pîroz dikin, me berdêl dane û me gelek îşkence jî ditiye, lê me dev ji pîrozbahiya Newrozê bernedaye. Em ê îsal jî wek her sal pîroz bikin, divê gelê Amedê gav paşde navêjin û li qada Newrozê bin. Divê em bi tevlîbûnê xwe pêk anînên wan vala derxin."
'Me li mala xwe mûmê xwe di nava henê de vedida û Newroza xwe pîroz dikir
Ji dayîkên aştî Cahîde Akan jî anî ziman ku ew ê Newroza 2016'an bibe Newroza aştî û serhildanê û banga tevlîbûnê li tevahî gelê Amedê kir. Cahîde got divê em bi rûhê berxwedan û serhildanê qadan Newrozê dagrin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Salên 90'î ji ber zilm û îşkenceyê dewletê me nedikarî em derên kolanan, me li malê mûmê xwe di nava henê de vedida û Newroza xwe pîroz dikir. Me bi hezaran berdêl da heya roja îro. Em ê ti car dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila ev yek baş were zanîn, li hember qedexe, zilm û îşkencê em ê her dem li berxwe bidin. Em ê bi rûhê berxwedanê agirê Newrozê vêxin û pîroz bikin. Newroz ne tenê şahiye tê wateya berxwedan û serhildana gelê Kurd."
(rc)