Hevî Sarya: Faşîzm dê li hember berxwedana gel têk biçe

09:02

Gulan Botan-Rojda Serhat/JINHA

HESEKÊ - Fermandara Tabura Şehîd Serkan a MLKP'ê û Şervana Rêxistina Jinên Komînist Hêvî Sarya di nirxandina Newroza 2016'an anî ziman ku gelê kurd bi berxwedanên xwe li gorî doh îro zêdetir nêzî serkeftinê bûne. Hêvî got ku dê faşîzm li hemberî berxwedana jin û gelê kurd têk biçe û wê gel bi ser bikeve.

Fermandara Tabura Şehîd Serkan ya MLKP'ê û şervana Rêxistina Jinên Komînist Hêvî Sarya li ser wate û giringiya Newroza 2016'an nirxandin kir û diyar kir ku agirê Newrozê berxwedana raperîn, azadî, edeleta û hevpariya gelê bindest e. Hêvî anî ziman ku dê gelê kurd li ser axa azad Cejana Newrozê pîroz bike.

'Newroz dê ji bo gelê bibe destpêkek nû'

Hêvî di berdewamiya axaftina xwe de Yekîtiya Tevgerên Şoreşa Gelan (HBDP) ku di 12'ê Adarê de hate îlan kirin li hemû gelê Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilat pîroz kir û wiha got: "HBDH sembola vîna yekîtiyê ye. Her wiha HBDH rihê berxwedana şehîdên ku li Rojava ji bo şoreşê li ber xwe dane, dide nîşandan." Hêvî destnîşan kir ku Newroz 2016'an dê ji bo gel bibe destpêkek nû û dê Newroz li dilê Kurdistan, Rojavayê bi kelecenek mezin pêşwazî bikin.

'Newroz vîna gel yê şer e'

Hêvî destnîşan kir ku dê di Newroza 2016'an de yekîtiya hemû civakên bindest bide avakirin û wiha berdewam kir: "Di salên dawî de gelek tişt hatin jiyandin û bi xwe re gelek guhertin jî çêkir. Divê pêvajoyê de gelê Kurd, Tirk, Ereb û Suryanî ji faşîzma DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Me gelê xwe li hev komkir û yekitiya xwe da avakirin. Em bawer dikin ku dê modela ku me da avakirin di cihanê de bibe mînak. Em bi vê hêvî û coşê Newroza xwe pêşwazî dikin. Newroz vîna gel yê şere. Tu kes nikare îradeya şerê gelan têk bibe."

'Serkeftin li gorî doh nêzîktir e'

Hevî, bilêv kir ku gel li Bakûrê Kurdistanê demek gelek dirêje ku li hemberî pergala dewletê têdikoşe û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Em rastiya dewleta tirk van rojan baştir dibînin. Dema ku Cizîr dibin êrîş û terora dewletê de bû gel berxwedana xwe mezintir dikir, di heman demê de dersa mirovihiyêjî dida. Îro berxwedan û şoreşa li bakûrê Kurdistanê ji bo cihanê pêyama azadî, aştiyê ye. Ev peyam nîşaneya vîna gelan e. Gel dibêje ku em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Çawa ku Rojava di çar salan de bi xwîna şehîdên me azad bû dê bakûr jî bi bedelên mezin bigihe armanca xwe û azad bibe."

'Newroz dê bi azadî û têkoşina jinê ber bi serkeftinê ve rê bibe'

Hêvî de dawiya axaftina xwe de li ser têkoşina jinê rawestiya û got, " Rojava bi têkoşina jinê şoreşek mezin bi dest xist. Şoreşa jinê li hemû Rojihata Navîn bû deng û gihişt asta herî jorîn. Pratika têkoşina jinên şehîd li holê ye. Şehîd Zîlan, Bêrîtan, Yasemîn, Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Avaşîn Têkoşîn Guneş, Newal û bi sedan jinên têkoşer di rêya berxwedan û şoreşê de jiyana xwe ji dest dan. Ev sekin û vîna wan rihê Newrozê didin nîşandan."

(ho/rc)