'Bi rûhê berxwedanê em li qada Newrozê bendê her kesîne'

09:06

JINHA

WAN- Aktîvîsta KJA'ya Wanê Nazmiye Acar diyar kir ku ew amedekariyê Newroza ku dê li Wanê di 19'ê Adarê de pêk were bi dawî kirine û got, "Gelê Sur, Cizîrê, Nisêbîn, Silopî û Geverê ji bo hebûna xwe diyar bike bi berxwedanek mezin têdikoşe. Bi rûhê berxwedanê jin, zarok, ciwan û pîr em bendê her kesîne li qada Newrozê."

Amedekariya Newroza îsal ya ku dê di 19'ê Adarê de, bi diruşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" li Wanê bê li darxistin bi dawî bû. Di Newroza îsal de berxwedêr û jinên ku parastina cewherî pêk tînin wê bên silav kirin. Jinan diyar kirin ku dê bi cilên gelêrî xwedî li parastina jinê derbikevin û jiyana xwe azad bijîn. Rêvebera DBP'ê ya Wanê Nezahat Gur da zanîn ku îsal Newroz jî bo wan gelek girînge û got ew ê bi jî bi cilên xwe ên li gelêrî ji bo berxwedan û azadiyê li qada Newrozê bin.

'Em ê mîna Kawayê Hesinkar serbikevin'

Nezahat destnîşan kir ku Newroza îsal ji bo gelê Kurd gelek girînge û wiha berdewam kir, "Ji ber ku Newroz berwxedana gelê Kurd dide nîşandan. Ez hêvî dikim Newroza îsal bibe Newroza aştî û azadiyê. Newroz keda destê Kawayê Hesinkare û ji bo me kurdan wek mîrate maye. Em ê jî xwedî li vê kedê derên. Çawa ku Kawayê Hesinkar zilm û zordariya Dehaqan di roja 21'ê Adarê de têkbir em ê jî dê roja Newrozê êrîş û komkojiyên dewletê têk bikin û aştî bînin vî welatî welatî."

Nezahat wiha dirêjî da gotina xwe, "Bi salane dewleta tirk dibêje em ê Kurdan xelas bikin, lê nikarin xelas bikin. Em Kurd destê xwe bidin yêk û agirê Newrozê ji bo aştî û azadî geşbikin. Bila tevahî dirûşmeyên me bi rengê azadiyê be. Em kurdin û têkoşîna me yê ziman, nasname dê berdewam bike. Em dibêjin azadî û azadî."

Aktîvîsta KJA'ya Wanê Nazmiye Acar jî diyar kir ku ew amedekariyê Newroza ku dê li Wanê di 19'ê Adarê de bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi serbikevin" pêk were bi dawî kirine û wiha pêde çû, "Gelê Sur, Cizîrê, Nisêbîn, Silopî û Geverê ji bo hebûna xwe diyar bike bi berxwedanek mezin têdikoşe. Bi rûhê berxwedanê jin, zarok, ciwan û pîr em bendê her kesîne li qada Newrozê."

(hk-db/rc)