Hafîze Îpek: Divê her kes biherike qada Newrozê
09:20
JINHA
AMED - Komîteya Sazkirina Newroza Amedê yê Hafîze Îpek bang li her kesî kir ku tevlî Newroza ku dê di 21'ê Adarê de pêk were kir.
Newroza îsal a ku bi dirûşmeya 'Bi berxwedanê em bi serbikevin" tê pîroz kirin, ligel astengî û êrîş gel diherikin qadên Newrozê. Newroza Amedê ya ku her sal bi milyonan mirov tevlî dibin, îsal jî amedekariya pêşwazî kirina milyonan bi dawî kir. Ji bo Newroza Amedê destûr hatiye girtin û dedbîrên pêwîst tên standin. Ji Komîteya Sazkirina Newroza Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku ew aliyê ewlekariyê de tedbîrên pêwîst girtine û got bila gel bê guman biherike qada Newrozê.
'Divê bi coşek mezin tevlîbûn pêk were'
Hafîze da zanîn ku amedekariya Newrozê ber bi dawî ve diçe û wiha domkir, "Ji aliyê teknîk, ewlehî û tenduristî tevahî xebat bidawî bûye. Ji aliyê me tenê 5 hezar kes ji bo ewlehiyê me erkdar kiriye. Tevahî amedekarî ber bi dawî ve diçe. Divê bê tirs bi coşek mezin em tevlî Newrozê bibin. Li aliyê din Newroz nayê qedexe kirin. Di serî de jinên Tirkiyê û jinên Kurd bi rûhê Newrozê her kes biherike qadê Newrozê.
(dt/rc)