Gel bi coş Sîstema Federal pêşwazî kir

10:57

JINHA

QAMIŞLO - Li bajarê Qamişlo piştî encamnameya civîna damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê hat aşekere kirin, gel daketin qadan û bi coşek mezin biryar pêşwazî kirin.

Gelê bajarê Qamişlo piştî daxuyaniya encamnameya civîna damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê hat aşekere kirin, heya serê sibê encama civînê li kolanan pîroz kirin. Bi sedan erebe konvoy çêkirin û dortadora bajar geriyan. Erebe bi alên YPJ-YPG û TEV-DEM hate xemilandin û gel ji balkon û ber deriyên xwe jî bi dirûşmeyan silav li konvoyê kir.

Her wiha li pir semt û kolanan jî dengê fîşekên hawayî hat. Di vê navberê de hate hînbûn ku li pir bajarên din ên Kantonê jî gel daketine qadan û kêfxweşiya xwe anîne ziman.

(en/jh/rc)