'Dawîkirina aloziya Sûriyê bi projeyên sistema Federal pêkan e'
11:33
Sosin Xanê/JINHA
RIMÊLAN - Delegeyên Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê nêrînên xwe bi ajansa JINHA'yê re parve kirin.
Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê bi dirûşmeya 'Sûriyeya Yekbûyî Misogeriya Jiyana Hevbeş û Biratiya Gelan e' bi beşdariya 200 delegeyan ji pêkhateyên Sûriyê di 16-17'ê Adarê de li bajarê Rimêlan hat li darxistin. Di encama civînê de sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hate erêkirin û meclîsek ji 31 kesan a Desteya Rêxistinkirinê û 2 kes wek Hevserokatiya Meclîsa Damezirîner hatin hilbijartin. Derbarê civînê de Cîgira Serokê meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Elîzabêt Gewriye, Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsuf û Hevseroka TEV-DEM a Kantona Cizîrê Edale Omer nirxandin kirin.
'Ev proje dê bibe çareseriya aloziya Sûriye yê'
Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Elîzabêt Gewriye naveroka civînê wiha vegot, "Di derbarê sîstema nû ya ku krîza Sûriyê bi awayeke demokratîk çareser dike hate nîqaşkirin. Ev pergal hemû pêkhateyan digire nav xwe û edaleta civakî esas digire. Ji ber ku ev proje ji bo avakirina civakeke demokratîk demokrasiyê pêşkêş dike, lewma hebûna jinê pir girîng e. Dê jin vê demokrasiya vê sîstemê misoger bike."
Elîzabêt girîngiya projeya Federaliya Sûriyeya Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê wiha nirxand: "Krîza Sûriyê dikeve 6. salê xwe û tê dîtin ku bi şer û çek pirsgirêkê gelan çareser nabe. Encex bi rêya projeyek bi vî rengî ya civakî were çareserkirin. Di vê projeyê de hemû beşên civakî ji ol, netew, zayend û beşên dîtir ên civakî dikarin bigihîjin mafên xwe. Bi taybet jî em dizanin jin xeleka herî zeîf bû di sîstema desthilatdar de, hatibû kolekirin, lê di vê sîstemê de bi awayeke aktîf hebûna xwe dibîne."
'Bi nîqaşên berfireh biryara sîstemê hate girtin'
Derbarê biryar û asta ku civîna demezirîner gihîştê jî Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsuf wiha got: "Di serî de em vê pêngavê li gelê xwe pîroz dikin. Biryarên girîng hatin girtin. Du rojan civîna me dewam kir. Ji piraniya bajêr û herêmên Rojavayê Kurdistanê nûner tevlî bûn. Nîqaşên berfireh li ser reşnivîsa ku komîteya amadekar amede kiribû çêbûn. Sîstema Federal hate bidest girtin. Netewên li herêmê jî beşdar bûn. wek encam jî meclîsa damezirîner û du hevserok hatin hilbijartin."
'Meclîs dê hevpeymana civakî amade bike'
Hevseroka TEV-DEM a Kantona Cizîrê Edale Omer jî rola meclîsê ji me re wiha nirxand, "Piştî nîqaşên berfireh sîstema federaliya demokratîk ji bo Rojava û Bakûrê Sûriyê hate qebûlkirin. Yek ji xalên girîng meclîsek derket. 31 kes di meclîsê de cih digrin. Ji bo beşdariya meclîsê jî li ser pêkhateyan kota hate belavkirin. Ji nîvê her kotayê jî divê jin bin. Yanî bi awayeke demokratîk meclîs derket û erka wê hazirtiya sîstema federal a Sûriyeya Demokraîtk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ye. Ev meclis dê naverok û çarçoveya projeya sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê diyar bike. Dê Meclîs Hevpeymana civakî amade bike û çawaniya sîstemê dê ji hêla vê meclîsê diyar bibe."
(en/rc)