'Em rûhê Newroz û jinên hatine qetilkirin bighînin hev'
12:30
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Piştî ku Walî ji bo Newroza Edenê qedexe danî hevkarên KJA'yê diyar kirin ku ew ê qedexeyan nasnekin, li qadan bin û gel vexwandin qada Newrozê.
Piştî ku Weliyê Edenê daxuyand ku qedexeye Newroz li Edenê bê pîroz kirin, hevakarên Kongreya Jinên Azad( KJA) diyar kirin ku hember qedexeyan ew ê li qadan bin û wiha gotin, "Em tevahî gel veduxwînin Newroza ku di 20'ê Adarê saet 10.00'an de li navçeya Seyhana Edenê pêk bê dikin. Newroz bi tevlîbûna Parlementera Colemêrgê Selma Irmak, Parlementera Edenê Meral Daniş Beştaş, endamê HDP MYK Alî Kenanoglu, hunermendên NÇM'a Edenê, Koma Pel û Koroyê Zarokan a Arîn Mîrkan dê pêk were. Em tevahî gelê Kurdistanê veduxînin qada Newrozê.
'Divê gel bi berxwedana xwe agirê Newrozê geş bike'
Hevkarê KJA'ya Edenê Seven Uzun destnîşan kir ku ew ê guh nedin qedexeyan û wiha got, "Agirê azadiya îro, bi agirê Newrozê re ku ji mera mizginiya biharê tîne xwedî derkevin. Bi agirê Newrozê re em ê xwedî li bedenê jinên ku hatine qetilkirin derên. Em ê qedexeyan nasnekin û bi rûhê serhildanê em ê xwedî li rojê derên. Em rûhê berxwedanê bi agirê Newrozê re geş bikin û hember zilmê têkoşîna xwe bi hêz bikin. Em rûhê Newroza îsal diyarê tevahî jinên ku hatine qetilkirin dikin. Ji ber vê divê tevahî jin berê xwe bidin qada Newrozê."
'Em diyarê jinên ku li Kurdistanê hatine qetilkirin dikin'
Xebatên Newrozê a jinên KJA'yê li taxa berdewam dikin. Hevseroka HDP'a Edenê Gulseren Tural got "Roja 20'ê Adarê roja em bikin roja serkeftinê ye" û diyar kir ku ew ê qadaxeyan nasnakin. Gulseren destnîşan kir ku ew ê guh nedin qedexeyên walî û got ew amedekariyên Newrozê berdewam dikin. Gûlseren diyar kir ku tevlîbûnek bi hêz girînge û wiha pêde çû, "Em ê bi berxwedanê Newrozê pîroz bikin. Em ê li hember polîtîkayên tunekirinê li qadê bersiv bidin. Em Newroza îsal diyarî tevahî jinên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayî dikin."
(dt/rc)