Hevkarên KJA Colemêrgê gotin ew ê guh nedin qedexeya Newrozê
13:32
JINHA
COLEMÊRG - Li her devera Kurdistanê ji aliyê walî û Hikumeta AKP'ê Newroza îsal hat qedexe kirin. Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Colemêrgê bertek nîşanî qedexeyên walî dan û diyar kirin ku ew ê guh nedin qedexeyan û gotin ew ê di Newrozê de li qadan bin.
Li Colemêrgê Kongreya Jinên Azad(KJA) der barê Newroza Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Ativistên KJA 'ye û dayikên Aştiyê tevlî bûn daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li avahiya HDP'ê pêk hat. Hevserokê HDP'ê Emine Armut daxuyani xwend û balkişand ser qedexeyên ku ji aliyê walîtî ve hatî dayîn û wiha domkir, "Em jin dê bi agirê Newrozê berxwe bidin li hemberî qedexeyan têbikoşin. Li her deverên Cihanê Newroz tê pîroz kirin lê hikumeta AKP'ê dîsa qedexeyan de kesi nas nake. Em ê li hemberî hemu astengiyan Newroza xwe pîroz bikin û bi agirê Newrozê biharê bixemilinin."
(zyd/rc)