Bi hezara jin Menekşe oxir kir
13:38
JINHA
ÊLIH – Cenazeyê Menekşe Ergun (Roza Botan) a ku di 15’ê Adarê de li Êlihê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin, ji ber qedexeya li Nisêbînê cenazeyê wê li Êlihê bi merasîmek heybet û qurnefîlan spartin axê.
Cenazeyê Menekşe Ergun (Roza Botan) a ku li taxa Aydinlevlerê ya Êlihê bi hevala xwe Rûşen Altun re ji aliyê hêzên dewletê ve di 15’ê Adarê de hatibû qetilkirin, ji ber qedexeya li Nisêbînê malbatê cenaze nikaribû bibe wir li Êlihê bi merasîmek heybet hate oxirkirin. Cenazeyê Menekşe dûh êvarê biribûn Goristana Asrî û li vir hate rawestandin û îro jî li hewşa goristanê ji bo Menekşe merasîmek heybet hate li darxistin. Di merasîmê de malbata Menekşe a ku ji Stenbolê hatibûn, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, aktîvîstên KJA’yê û bi hezaran kes amade bûn. Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên “Ey şehît xwîna te li erdê namîne”, “Şehît namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li ber stranên hatin guhdarkirin jin û dayik jî kêliyên xemgîn derbas kirin.
Merasîmek bi heybet hate li darxistin
Merasîmê bi deqîqeyek rêzgirtinê ligel sirûda “Ey raqîp” destpêkir û di dema rêzgirtinê de fişekên hewayî hatin teqandin. Di merasîmê de dîmenên rengîn derketin holê. Di merasîmê de ewil Hevseroka DBP’a Êlihê Nurten Uzumcu axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiya emrê xwe li têkoşîn û berxwedana cangoriyên Kurdîstanê yên ji bo azadiya gel canê xwe didin xwedî derbikevin. Dayika Aşîtiyê Sultan Azboy jî da zanîn ciwanên gelê kurd ji bo azadî, çand û ziman jiyana xwe ji dest didin û bang li gel kir ku xwedî li berxwedana zarokên xwe derbikevin.
Endama Kordînasyona KJA’yê Ayla Akat Ata jî axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ew demek ku barê wan girane û pêvajoyek dijwar a ku dê bi xwe re azadiyê bînê de derbas dibin û ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest.
Bi qurnefîlan hate oxirkirin
Piştî axaftinan jin û dayikan gurnefîlan danîn ser darbesta Menekşe. Darbesta Menekşe a ku bi qurnefîlan hate xemilandin jinan hilda ser milan û li heta gora wê anîn û li cem cangoriyên di berxwedana qadên xweser de jiyana xwe ji dest dane spartin axê.
Ji ber malbata Menekşe li Stenbolê dijî, dê malbat serdanên sersaxiyê li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê qebûl bike.
(bg/rc)