Berxwedana Kobanê bi navê 'Notên ketin hemêza axê' bû pirtûk

14:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîner-nivîskar Mursel Yildiz, rojnivîsên şervanên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, bi navê "Topraga Duşen Notlar - Notên ketin hembêza axê" kir pirtûk.

Nivîskar Mursel Yildiz rojnivîsên Nejat Sûphî Agirnasli, Mizgîn Cûdî, Karîm Franceschî, Medya Meysa, Viyan Amara Kobanê, Rûbar Amed û bi sedan şervanan da hev û bi navê "Topraga Duşen Notlar - Notên ketin hembêza axê" bi zimanê Tirkî ji Weşanxaneya Goran çap kir.

Pirtûka ku bi pêşgirtina nivîskar Halûk Gerger destpê dike, kêliyên şer ên bi sedan şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, vedibêje. Nivîskar Mursel Yildiz da xuyakirin, ku ew ê hemû hatineyên ji pirtûkê bide Saziya Zimanê Kurdî-SZK a li Kobanê.

(dt/rc)